DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Cenazeyê Leyla Basut bi girseyî defin kirin

12 Cotmeh
12:58 2016

ÊLIH (DÎHA) - Cenazeya Leyla Basut a li Enqereyê di teqînê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hat definkirin.

Li navçeya Haymana di 8'ê Cotmedê de dema polîsan xwestin maşînêra rawestînin, di maşînê de teqîn pêk hat û di teqînê de Harun Aslan û Leyla Basut jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî cenaze rakirin morga nexweşxaneyê, malbata Leyla Basut cenaze ji Enqereyê wergirtin û anîn Sêrtê. Ji bo Bazut li Mizgefta Şêx Musa a Sêrtê merasima olî hat lidarxistin û malbatê piştî merasima olî cenazeyê Basut li Goristana Şêx Musa bi girseyî definkirin. Di merasima cenaze de rêvberên HDP û DBP'ê jî amade bûn.

Ji bo Basut li taxa Bariş şîn had tanîn û sersaxi hat qebûlkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN