DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin

 
12 Cotmeh
12:31 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Zarokê 10 salî Umut Ayvalik ê duh li Geverê di teqîna bermahiya polîsan de jiyana xwe ji dest da hat definkirin.

Duh li taxa Cumhuriyetê ya Geverê bermahiya polîsan teqiya û di teqînê de zarokê 10 salî Umut Ayvalik jiyana xwe ji dest da. 2 zarok jî bi giranî birîndar bûn. Malbatê cenazeyê Umut Ayvalik ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê wergirtin û anîn Geverê. Malbatê cenazeyê Ayvalik bi merasimekê li Goristana Taxa Ormanê defin kirin. Gelek welatî û wekîlê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan, Hevşaredar Adile Kozay û rêveberên DBP û HDP'ê amade bûn.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN