Ji bo Lokran a rastî cezayê darvekirinê hat bang
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Rexistina Efûya Navneteweyî ji bo Zeynep Sekanvand Lokran a bi hinceta hevserê xwe kuşt ji aliyê Rejîma Îranê ve rastî cezayê darvekirinê hat banga çalakiyê hat kirin.
Rejîma Îranê bi hinceta Zeynep Sekanvand Lokran di Sibata 2012'an de hevserê xwe kuşt avêtin zindanê û di cotmeha 2012'an de cezaye îdamê li Zeynep Sekanvand Lokran birîn. Lokran a hêj 15 salî bû hat zewicandin. Lokran ku 20 rojan li navenda polîsan hat rawestandin rastî lêdan û îşkenceyê hat. Lokran li dadgehê diyar kiribû ku rastî tecawiza hevserê xwe hatiye û birayê wê cînayet pêk anîye. Heyeta dadgehê jî parastina Lokran a li cem parêzer qebûl nekir û li gel ku deba bûyer pêk hat hêj zarak bû jî rejîma Îranê di 2013'an de ceza lê birî û wekî cezayê li mezinan dibire li wê birî. Piştî Rejîma Îranê der barê Lokran de cezayê darvekirinê birî Rêxistina Efoya Navneteweyî li dijî biryarê bang li raya giştî kir û xwest her res hestiyar nêzîk bibe. Rêxistina Efoyê diyar kir ku dibe di 13'ê Cotmehê de bê înfazkirin û ji rayedarên rejîma Îranê xwest bi lezgîn biryara înfaza ceza rawestînin. Rêxistina Efoyê xwest Lokran ji nûve bê darizandin.
(mae)