Leşkeran îşkence li welatiyan kirin
COLEMÊRG (DÎHA) – Li gundê Bêdevê ya Şemzînanê derket holê ku hin leşkerên paye bilind bi amûrên metal îşkence û neheqî li welatiyan kirine.
Li gundê Bêdevê ya Şemzînana Colemêrgê hin leşkerên paye bilind ên Qereqola Beyyurduyê, welatiyên di kontrola nasnameyê de derbas kirin derp kirin. Duh welatiyên bi navê B.T., Î.Ç, A.E û M.K. dema ji gund diçûn navenda navçeyê li noqteya kontrolê ya leşkeran hatin rawestandin.
‘Em ê vir bikin gola xwînê’
Leşkerên paye bilind ên welatî ji wesayîtan daxistin xwarê ew xistin dorê û bi çêrên qirêj heqeret li wan kirin. Welatiyên ku rastî îşkenceyê hatin destnîşan kirin ku leşkeran çek li wan kişandin û bi gotinên “Hûn terorîst in. Em ji bo li we bidin li vê derê ne. Em ê pireyên vir ji holê rakin. Di nav 3 mehên pêşiya me de em ê vir bikin cihê dojehê û veguherînin gola xwînê” gef li wan xwarine.
Bi amûrên metal îşkence li welatiyan hat kirin
Welatiyan ragihand ku piştî leşkeran wan xistiye dorê ji 30 saniyeyê hêdî hêdî hatine xwarê û bi amûrê metal wan derp kirine. Dîsa hat îddiakirin ku leşkerek paye bilind ê hatiye cihê bûyerê jî gefa “Me dikarî muameleya terorîstan li we bikin û ser bûyerê bigirta” xwariye.
Rêçên îşkenceya leşkeran a li welatiyek kirin jî hêj diyar in. Di gelek cihê singê welatî de hêj morî hene û xêzên kur xuya dibe.
Riyên gund hatine girtin
Her wiha, piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê hemû riyên gund ê têkiliya navendê datîne jî ji aliyê leşkeran ve bi torbeyên axê hatine girtin û gelek caran leşker heqeret li welatiyan dikin.
(gka-bo)