Serokê AKP'î ji aliyê polîsan ve tê parastin
AMED (DÎHA) - Serokê AKP'ê yê navçeya Farqînê Nîmet Aksoy, di bin ewlehiya polîsan de digere.
Piştî li Pîrana Amedê û Qelqeliya Wanê li hemberî rêvebirên AKP'ê êrîş pêk hatin, Serokê AKP'ê ya Farqînê Nîmet Aksoy daxwaza parastina polîsan kir. Daxwaza Aksoy heman hat bicih anîn û ji bo wî biparêzin polîsan jê re hatin şandin.
Li aliyê din, kolana Gazî ya li ber Qereqola Çarşiyê re diçe ji aliyê polîsan ve ji hatin û çûyînê re hat girtin.
(mb)