Duh li Amedê îro li Wanê operasyona qirkirina siyasî
WAN (DÎHA) - Li navenda Wanê û navçeyên wê, polîs û leşkeran di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di operasyonên qirkirina siyasî de hevserokên HDP û DBP, gelek kes hatin bin çav kirin. Li avahiyan partiyan lêgerîn didomin.
Li taxa Xaçortê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê polîsan di saetên sibehê de hemwext bi ser gelek malan de girtin û gelek kes binçav kirin. Polîsan bi maşîneyên zirxî bi ser avahiyên DBP û HDP ya bajêr de girtin û der û dorê wê ji çûn û hatinê re girtin. Lêgerîna li avahiyan didome. Hevserokê DBP bajêr Murat Sarisaç binçav kirin.
EBEX
Polîsan li navçeya li Ebexê ya Wanê bi ser mala hevserokên navçeyê DBP Şîrvan Şahîn û Mehmet Nasir Ûrgen, rêveberên DBP'ê Mustafa Kaya û Mahmut Salazar de girtin û we binçav kirin. Polîsan bi ser avahiyên HDP û DBP'ê yên navçeyê de jî girtin û lêgerîn didome.
ŞAX
Li navçeya Şaxê ya Wanê jî popîsan bi ser malên hevserokên HDP Şûkrû Yavuz û Sema Çaygeç, hevseroka DBP Medenî Ozer de girtin û piştî lêgerînan hevserok binçav kirin. Hat zanîn ku hêjmara kesên hatin binçavkirin zêdetir e. Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta polisan a Wanê.
QELQELÎ
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê jî polîsan hemwext bi ser malan de grit. Di serdegirtina malan de hevserokên HDPê yê navçeya Qelqeliyê Recep Ceynalci, Sema Çaygeç û hevseroka DBP Asli Kaymaz binçavkirin. Lêgerîna malan didome. Kesên hatin binçavkrin birin midûriyeta polîsan a Wanê.
PAYIZAVA
Li navçeya Payizava ya Wanê jî polîsan bi ser malên hevserokê HDP'e yê navçeya Payizava Necat Taniş û Hevseroka DBP'ê ya Seyoş Alas de girtin û piştî lêgerîna malê ew binçav kirin. Polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Payizava de jî girtin û lêgerin kir.
(kom/mae)