Li 5 gundên Tetwanê 'qedexe' hat îlankirin
BEDLÎS (DÎHA) - Li 5 gundên girêdayî Tetwanê ne "qedexeya derketina derve" hat îlankirin.
Li 5 gundên girêdayî navçeya Tetwana Bedlîsê "qedexeya derve" hat îlankirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Waliyê Bedlîsê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li gundên Kuşluca, Uçevler, Çavuşlar, Anadere û Odabaşiyê "qedexeya derketina derve" hatiye îlankirin.
Daxuyaniya walîtiyê wihaye: "Li herêmên gundên Kuşluca, Uçevler, Çavuşlar, Anadere û Odabaşi yên Tetwanê ji bo can û malê welatiyan bê parastin ji 12.10.2016'an saet di 00.00'an de heta fermanek nû qedexeya derketina derve hatiye îlankirin."
(mb)