DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

OHAL asayî dibe!

 
12 Cotmeh
09:24 2016

ÎZMÎR (DÎHA) - Parazvanên mafên mirovan pekata darazê ya nû ku îxtidara AKP'ê dixwaze rayeyên polîs û dozgeran berfireh bike nirxandin diyar kirin ku paketa ewlehiya hundir binpêkirinên mafan zêdetir dike.


Îktîdara AKP'ê ku darbe ji xwe re vegerand firsendekî, ji bo îktîdara xwe bi parêze di dadgehê de guhertin çêkirin, paketên nû derxistin û ji bo destê polîsan xurt bike pêkanînên nû xistin rojevê. Bi guhertinên di demên dawî de ketine rojevê re bi OHAL'ê biryaranameya KHK'ê, dê bi guhertinên di CMK ku "rayeya awarte" dide polîs û dadgeran bîne rewşekî asayî.

Di dema lêpirsîna bersûcên darbeyê de CMK ku dikare dest dane ser malê wan û qeyûm tayînî şîrketên wan bike xistin çarçoveya TCK 282 ku "Ji ber sûcê kirî dê nirxên malên xwe fîhil bike" û "hinek sûcên terorê". Di çarçoveya guhertinên di dadgehê de ji bo dozên "darbe" û "terorê" hêsan bibin madde harin guhertin.

Li gorî vê dê dozên navçeyekê bikaribin bibin cihek din, di çarçoveya "faaliyetên terorê" de sûcên ku tên kirin kesên ku girtî tên darizandin, daxwaza wan a tehliyeyê li şûna dinava 3 rojan dikare dinava 15 rojan de were nirxandin.

Di qanûna berê de ger biryara hakîm tune be kesek nikare di bîlgiseryaran de li binemal kesekî din biger û nikare dest dane ser mal û milkê wî lê li gorî guhertinên nû dadger, derbarê lêgerîna bilgîseyar de li gorî maddeya 134'an bêyî biryara dadgehê dikare dest dane ser bîlgîseyar û daneyan. Li aliyê din ji bo lêpirsîna di "sûcên rêxistinê" de werin lez kirin, di rûniştinên dozan de xwendina îdîanameyan hat rakirin, dê ravekirina delîl û wesfan têrê bike.

Rêvberberê ÎHD'a Îzmîrê Kadrî Urgan derbarê van guhertinan de axivî. Urgan, anî ziman ku piştî"paketa ewlehiya hundir" a ku peywirên polîsan zêde dike binpêkirinên mafan zêdetir bûn û di pêvajoya niha de guhertinên di paketa dadgehê de bi OHAL'ê re sûcên şîdetê jî dê bixwere bîne.

Urgan, bi lêv kir ku di darbeyên 12'ê Îlon û 12'ê Adarê de jî, heman tişt hatin jiyîn û wiha got: "Piştî darbeyê ev qanûn dê bihêle ku kaosa ku welat têde ye xiraptir bibe. Em wekî parêzvanên mafê mirovan dibêjin divê demildest ev guherîn bên vegerandin. Tê dîtin ku ji wan darbeyan ders ne hatine girtin. Mirinên mirovan ên bi salane li welat didome, bi OHAL'ê re zêdetir bûne û dê bi paketa dadgehê re pêşiya binpêkirinên mafan neyê girtin. Ger darbe pêk hatiba dê heman rewş bihata jiyîn. Ger ji van guhertinan paşde gav neyên avêtin dê Tirkiye ber bi tarîtiyekê ve biçe. Divê yek bîne bîra wan ku krîterên Helsînkî îmze kirine."

Rêvebirê ÎHD'ê Ahmet Çîçek jî wiha axivî: "Bi vê paketê re dê hinek rayeyên dozgeran radestî polîsan bikin û nihek biryarên ku girêdayî dadgehanin dê ji aliyê dozger ve bên dayîn. Ev rewş di pêkanîna hiqûqê de biryar ji kesekê re hatiye hiştin. Bi wê re polîsên ku rayeya wan zêde bû niha zêdetir kirin. Ev rewş ji bo dema pêş talûkeyên mezin dafirîne û me dixe nava fikaran. Gelo ev dewlet dibe dewleta polîsan?"

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN