DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Dem dema piştevaniya bi gelê Şirnexê ye

 
12 Cotmeh
09:24 2016

ENQERE (DÎHA) – Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez bal kişand şerê li Kurdistanê û banga piştevanî dayîna welatiyên Şirnexê yên ku ji ber şer ji cih û warên xwe hatine derxistin kir. Bi hatina zivîstanê re Îrmez got ku li Şirnexê kon û bereqeyan bi hezaran welatî dijîn.

Di encama şerê ku AKP'ê li bajarên Kurdistanê da destpêkirin gelek bajar hatin xirakirin. Nêzî hezar sivîl hatin qetilkirin, ji ber êrîşan bi hezaran mirov ji cih û warên xwe hatin derxistin. Di encama xirakirina bajaran de mirovan axa xwe neterikandin û li dora bajaran kom bûn li kon û bereqeyan jiyana xwe berdewam kir.

Yek ji bajarê ku xirakirin pir zêde bû bi hezaran mirov niha li kon û bereqayan zivîstanê pêşwazî dikin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez rewş nirxand û diyar kir ku li bajarê ku 64 hezar mirov ji malên xwe hatin derxistin mexdûr bûn. Îrmez destnîşan kir ku gelê Şirnexê ligel koçberkirinê li ber xwe da û nêzî 10 hezar mirov li gundên xwe yên di salên 90'an de hatine valakirin li kon û bereqeyan jiyana xwe didomînin. Îrmez xwest hemû kes piştevaniyê bidin gelê Şirnexê.

'Gelê kurd tê koçberkirin'

Îrmez bi bîr xist ku ji 14'ê Adaraê heta niha li bajar qedexe berdewam dike bi qedexeyê re gelê Şirnexê bi zorê hatiye koçberkirin. Îrmez tiştên ku qewimî wekî hovîtî nirxand û diyar kir ku mirov niha li baraqayan jiyana xwe didomînin, gelê kurd bi polîtîkaya îmhayê ya li dijî çand û bajarên wan re rû bi rû ye.

'Qedexe hê jî didome'

Îrmez da zanîn ku ji tîrmeha 2015'an heta niha ser bi hemû dijwariya xwe didome lê ligel vê yekê jî li Şirnexê mirovan axa xwe neterikandin ligel hemû pêkûtiyên AKP'ê jî têkoşîna xwe domandin û wiha axivî: "erzaqên me desteser kirin. Me nekarî pêdiviyên xwe bi cih bînin. Dema ku nexweş dikevin nikarin biçin nexweşxaneyê. Qedexe hê jî didome."

'Şirnex ji sedî 70 hat hilweşandin'

Îrmez got ku taxên qedexe ji bo gel nehatine vekirin û wiha axivî: "64 hezar mirov bi zorê hatin koçberkirin. Malbat hewl didin jiyana xwe bidomînin. Walîtiyê dauxyan di 3'yê hezîranê de qedexe bi dawî bûye lêligel vê yekê jî qedexe didome. Ji sedî 70 Şirnex hatiye xirakirin."

Îrmez anî ziman ku polîtîkayên ku li bajarên kurdan tên meşandin polîtîkaya tehcîrê, Plana Îslahatê ya Şerqê ye.

'Şirnexî li ber xwe didin'

Îrmez herî dawî diyar kir ku gelê Şirnexê ji berxwedêriya xwe taîz nedaye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Gele Şirnexê her tim bi mazlûman re ye. Her tim bi ruhê piştevaniyê tevgeriya lê niha pêdivî piştevanî dayîna wan heye. Ez bang li hemû kesan dikim û dixwazim bihistiyar bin."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN