Sed sal berê warê ermeniyan îro jî warê kurdan!
SERHAT WELAT DAGDELEN/SELMAN KELEŞ
WAN (DÎHA) – Derhêner Ayşe Polat a ku bi belgefîlma bi navê "Yên Din" a ku qirkirina li dijî ermenan a beriya sed salan pêk hatiye vedibêje diyar kir ku qirkirin îro li dijî kurdên bajarên wan hatin xirakirin didome.
Belgefîlma "Yên din" a ji aliyê Derhêner Ayşe Polat ve hat amadekirin di çarçoveya 3'eyîm Mihricaına Filman a Axtamara ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Akademîya Sinemaya Rojhilata Navîn ve hat amadekirin, pirsgirêka ermeniyan a sed salan digire dest. Di belgefîlma ku li Wanê derbas dibe çand û dîroka ermeniyan a ji ermeniyan maye digire dest. Dîsa li ser komkujiya 100 salan a li dijî kurdan çawa pêş ketiye digire dest. Derhêner Ayşe Polat têkildarî belgefîlmê diyar kir ku sed sal berê li dijî ermeniyan çawa komkujiya çandî û nijadî pêk hat û warên wan hatin rûxandin îro ev komkujî û talankirin li dijî kurdan pêk tê.
'Hûn nikarin bûyeren ku bûne sedema êşan bincil bikin'
Polat, diyar kir ku her dem pirsgirêkên civakî li pey xwe şopên kûr dihêle û wiha got: "Min her dem li ser komkujiyên li ser vê axê pêk hatine û êrîşên li dijî civakên vê axê lêkolîn kiriye. Di nava bajarên ku herî zêde ermenî lê dijiyan Wan bû. Ji ber vê yekê min xwest berî her tiştî ji Wanê de bigirim dest. Ev belgefîlm bi Psîka Wanê dest pê dike. Pişt re li ser komkujiya ermeniyan radiwestim. Ji ber ku pisîk ji bo ermeniyan sembol e. Di çorçoveya belgefîlmê de min xwest bi malbatek kurd, malbatek ermenî û malbatek tirk re hevditin bikim. Lê dema ez hatim vir min malbatên ermenî li vir nedît. Li vir komkujiya 100 sal berê qet nehatiye axaftin û her dem hatiye sansurkirin. Piştî lêkolînek dûr û dirêj ez gihiştim malbatek ermenî. Bi bûyerên mezin ser vê komkujiya ermeniyan hatiye girtin. Komkujiya mezin a Ermeniyan 100 sal jî derbas bibe xwe dide der.
Ji bo civakek bi tenduristî divê berî her tiştî heqîqetên wê û rastiya wê neyê sansurkirin û nayê bincilkirin. Divê her tişt bê axaftin û neyê veşartin. Ger ku bê sansurkirin û veşartin 100 sal jî derbas bibe dê teqez rojekê xwe bide der.
Duh ermenî îro kurd tên qetilkirin
Polat, anî ziman ku 100 sal berê ermenî hatin qetilkirin û wanên wan hatin xerakirin, lê îro kurd tên qetilkirin û warên wan tê xerakirin. Polat da zanîn ku îro kurd li Cizîr, Şirnex, Sûr û bajaranên xwe rastî komkujiyê tên û warên wan tên xerakirin û wiha got: "Tiştekî pir xemgîn e. Êş û komkujiyên 100 sal berê pêk dihat îro dîsa didome. Duh ermenîhatin qetilkirin îro kurd tên qetilkirin. 100 sal derbas bû, lê encam nehat guherti. Tenê rê û rêbaz hatin guhertin.
Peyvira sînemayê ronîkirine
Polat, anî ziman ku di vir de rol û rista sînemayê ronîkirin û lêkolina dîrokê û rastiya civakê ye. Dîroka kurdan ne tenê 40 salên dawî ye. Beriya wê jî heye. Dîroka kurdan, çanda kurdan, mîtolojiya kurdan pir zengîn e. Mîtolojî û çanda berê jî bê dîtin û xêzkirin. Mirov dixwaze tiştên cuda bibînin."
(mae)