DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Hunerê bi salan di destê jinan zindî dibe

 
12 Cotmeh
09:19 2016

WAN (DÎHA) – Li Wanê bi bi hunera destan zîvkeriya bi zîvê savatê ya bi sedan salî, bi destê jinan ji nû ve tê zîndîkirin.

Li Wanê hunera destan a xwedî paşerojeke dûr û dirêj e û bi piranî ji aliyê ermenên li bajêr dihat çêkirin, îro dubare bi destê jinan zînde dibe. Li atolyeya zêvçêkeriya bi zîvê savatê ku li Navenda Jiyanê ya Rojînê hat vekirin, bi sêwirandinên zîvî bi piranî bi motîfên wek Gola Wanê, Dêra Axtamarayê, Kela Xoşapê, hesp û pisîkan xwe dide der.

‘Jin di sêwirandina zîvî de destbikêr in’

Mamosteya xalîçêkirinê û yek ji qursiyerên atolyeyê sêwirandina hunera zîvî Nazan Baglan anî ziman ku ew 2 hefteye tevlî atolyeya û perwerdehiyê dibîne û wiha behsa hezkirina xwe yî ji bo sêwirandina zîvê savatê kir: “A rast, ji ber ê de zaf ji tiştên zîvî dikim. Lê belê pîşeya min xalîçêkirin e û di vî warî de li vir perwerdehiyê didim. Ji ber ev huner ber bi windahiyê ve diçû me xwest, em dubare wê zînde bikin. Jin di vê hunerê de destbikêr in.” Baglan behsa zehmetiyên zîvçêkeriyê kir û wiha got: “Ev hunera desta zehmet e, lê her ku diçe destê mirov fêrî wê dibe û li gor destpêkê sêwirandinên xweşiktir derkivin holê.”

Hunera windayî dê bi destê jinê zînde bibe

Yildiz Oktay jî diyar kir ku, ev du meh e di warê hunera destan de dixebite, lê dema atolyeya sêwirandina zîvê savatê dest pê kiriye ew jî beşdarî wê bûye û wiha axivî: “Dê bi destê jinan re, hunerên dest ên ber bi windbûnê ne ji nû ve zînde bibin. Heke ez di vî warî de pêş bikevim, difikirim ku atolyeyekê vebikim.” Oktay da zanîn ku, ew ê berhemên ku çêkirine kom bikin û paşê bifroşin û wiha got: “Mebesta me ew e ku, em bi van sêwirandinan vê hunerê bi bîra her kesî bixin û bidin naskirin.”

(era/red)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN