DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Bi hinceta ‘ewleyiyê’ 2 mehin rêyên gundan girtine

 
12 Cotmeh
09:18 2016

HAMZA GUNDUZ

COLEMÊRG (DÎHA) – Hêzên dewletê rêyên diçin gundên girêdayî bajarê Colemêrgê 2 mehin bi hinceta ‘ewleyiyê’ li çûn û hatinê girtine û welatiyan mexdûr dikin.

Li Colemêrgê, piştî êrîşa bombeyî ya 28’ê tîrmehê ya li dijî Noqteya Venêrînê ya Depînê ya Polîsan, hêzên dewletê li rêyên gundê Talê, Walto û nêzî 10 gundên mintiqa Berçelanê yên girêdayî navendê bi makîneyên kar xendek kolane û qûm rijandine. Ji ber 2 mehin rêya gundan ji çûn û hatinê re hatine girtin xwendekarên ku li van gundan dixwînin û bi serwîsê diçin û tên nikarin biçin dibistanê. Her wiha gundî jî nikarin berên xwe yî ku havînê çandin û ew çinîne, bînin navenda bajêr.

Li gel vê, welatiyên ku li navenda bajêr heywanan xwedî dikin jî, ji ber giha û kaya ku ji zozanan nayê, mexdûr in.

‘Zarokên me nikarin biçin dibistanê’

Welatiya bi navê Asmîn Kaya ya bi serwîsê xwendekar vediguhastin herêma Berwariyê, diyar kir ku ji ber rêyên sereke hatine girtin, ew rêyên alternatîf bi kar tînên lê ji ber vê jî wesayîta wan tim ddi rê de dimîne. Kaya wiha axivî: “Gelek caran wesayîta me di nav qûmê de maye. Îsal rêyên me hatine girtin. Zarokên me xwendekar in. Em tim diçin navenda bajêr û tên. Bi vî awayî em perîşan dibin.”

Welatiya bi navê Adîle Kaya jî diyar kir ku, ya dewlet dike zilm e û wiha got: “Zarokên me nikarin biçin dibistanê. Em niakrin pêdiviyên xwe peyda bikin. Em nikarin biçin navenda bajêr. Ya tê kirin zilm e.”

‘Ji ber zorayiyên dewletê em nerihet in’

Welatiyê bi navê Azîz Kaya jî anî ziman ku, li gundan zorayî tengasiyên hene, lê zorayiya herî mezin a dewletê ye. Kaya diyar kir ku ew ji ber van pêkûtiyan nerihet in û wiha axivî: “Zarok û neviyên min, ji bo serdana min hatin navendê, lê ji ber rê girtîne zaf zorayî dîtin. Di tu dîn û mantiqê de ev pêkûtî cih nagirin. Lê ew rêyan digirin. Heke dewlet dev ji me biqere, em li gundê xwe kêfxweş in.”

‘Girtina rêyan şerma dewletê ye’

Ji niştecihên gundê Şûmûnîsê Riza Alpsar diyar kir ku, hêzênd ewletê heyfa teqîna ku li dijî wan pêk hatiye ji wan derdixe û anî ziman ku pêkûtiyên bi vî rengî li tu deverên cîhanê tune ne. Alpsar wiha axivî: “Heke dewlet ji ber teqînê dê rêya bigire, ewçax divê pêşî rêyên Enqere û Stenbolê bigire.” Alpsar anî ziman ku ev pêkanînên şerma dewletê ye û wiha got: “Bi meha ye rêyên me girtîne. Gotin, dê di Cejna Qurbanê de bên vekirin. Berpirsiyarê girtina van rêya tenê Walîtiya Colemêrgê ye. Mirovên herêmê tenê debara xwe bi sewalvanî û cotkariyê dikin. Heke ev rê venebin, em ê mexdûrtir bibin.”

'Gundê ji ber pêkanînan tengezar bûne’

Selîm Kaya jî anî ziman ku, ew ne li herêmeke li ser sînor in û diyar kir ku, welatî ji ber pêkanînên xwe didin der tengezar bûne û wiha got: “Hemû hawirdora me hatiye qedexekirin. Dewlet zozan qedexe kirin. Me karê xwe yî li gund qedand, lê ji ber rê girtîne kirîger nikarin bên gund û berên ku me çinîne bikirin.”

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN