Çalên şaredariyê lingê gel dişkîne
RIHA (DÎHA) – Koncalên nîvmetreyî yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li Qada Haşimiyeyê kolane gel mexdur dikin. Esnafên qadê diyar kirin ku gelek kes di van koncalan de wer dibin û birîndar dibin û ji ber şaredarî hawirdora wan nagire bertek nîşan dan.
Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li Qada Haşimiyeya dîrokî ku li navçeya navendî Eyûbiyeyê cih digire ji bo danîna daran koncalên nîvmetereyî dikole, lê ji bo gel di van koncalan wer nebin, tu tiştî nake. Koncalên nîvmetreyî bi şev û roj servekirî dimînin. Meydana ku her roj bi sedan kes tê de derbas dibin xeteriyek mezin dide derdorê. Esnafên li qadê, li gorî derfetên xwe hawirdora hawirdora koncalan digirin û arasteyî van kolancalan ji ber tevdîrek nayê girtin, li dijî şaredariyê bertek nîşan da.
Welatiyê ku nexwest navê wî bê aşkerekirin diyar kir ku, heta niha veberhênaniya şaredariyê ya ji bo qadê tenê darçikandin e. Welatî dest nîşan kir ku, heta niha gelek kes di van koncalan de wer bûne û ji van kesan herî zêde jî, kesên berasteng di koncalan de wer bûne û da zanîn ku, her çiqas wan çend caran vê rewşê ji şaredariyê re ragihandibe jî, lê heta niha tu tişt nehatiye kirin.
(bî/red)