Saziyên fermî li dijî serwextkirina jinên penaber asteng in
HATAY (DÎHA) – Seroka Komîsyona Hûqûqê ya Jinan a Baroya Hatayê Meral Asfûroglû diyar kir ku, jinên penaber ên mecbûr mane li Tirkiyeyê bijîn, ne di bîra binpêkirinên mfan de ne û got, astengiya li pêşberî serwextkirina jinên li kapman saziyên fermî ne.
Ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê yê ku ev 5 sal e didome, bi milyonan penaber ji neçarî berê xwe dan Tirkiyeyê. Ji van penaberan milyon û 500 hezarê wê jin in. Jinên penaber, ji ber penaberî û kêmariya xwe rastî taciz û îstîsmarê tên û li gel vê rastî şidetê jî tên, lê ji şideta ku rastî wê tên ne haydar in. Têkildarî serwextkirina jinên ku piraniya wan li kampên AFAD’ê dimînin hema bêje tu xebat xwe nadin der û li gel vê jin jî, bêyî ku hayê wan ji mafên wan î zagonî hebe, ji neçarî binpêkirinên mafan ên ku rastî wan tên qebûl dikin.
'Jinên penaber hay ji mafên xwe tune ne’
Têkildarî mafên zagonî yên jinan de Seroka Komîsyona Hûqûqê ya Jinan a Baroya Hatayê Parêzer Meral Asfûroglû anî ziman ku, jinên ku rastî binpêkirinên mafan tên, der barê binpêkirinan de cihên ku serî lê bidin hene, ew û welatiyên welatê ku lê ne xwediyê heman mafan in. Asfûroglû dest nîşan kir ku, jinên penaber ne di bîra mafên xwe de ne û got, di warê serwextkirina mafên jinan de tu xebat jî nayên kirin. Asfûroglû diyar kir ku, ji bo jinên penaber cihê serlêdanan muduriyetên polîs û qereqolên cendirmeyan ne û da zanîn ku, heke şideteke fizîkî hebe divê ev bi raporekê bê belgekirin. Asfûroglû dest nîşan kir ku, di heman demê de kes dikarin serî li dadgehên malbatan jî bidin û li van dadgehan doza tevdîrê jî bikin û diyar kir ku di encama serlêdanên Gerînendetiyên Polîtîkayên Malbatî û Civakî de, saziyên fermî yên têkildar çi kiryar hewce bin mecbûr in pêk bînin.
Zagon heye, lê sepandina wê tune ye
Asfûroglû diyar kir ku, piştî Zagona Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Şideta Arasteyî Jinan de derket, polîs û cendirme jî di nav de gelek saziyên di vî warî de hatine perwerdekirin û dest nîşan kir ku, mixabin li saziyan kiryarên ku divê bihatanan kirin hîn jî nayên kirin. Asfûroglû dest nîşan kir ku, di pergalê de bi awayekî pratîk pêşveçûnek xwe nedaye der û anî ziman ku ji dêvla ku têkildarî mexdûriyeta jinên ku rastî wê hatine rapor bên dayîn û girtename bên nivîsandin, wan dişînin malê. Asfûroglû da zanîn ku, peywirdarên fermî yên ku li gor zagonê tevnagerin sûcdar in û bi vî awayî hîn bêtir rê li ber binpêkirina mafên giran ên jinan vedikin.
Saziyên fermî li pêşiya jinan asteng in
Asfûroglû bi bîr xist ku, ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê zêdeyî 400 hezar penaber li Hatayê dijîn û diyar kir ku piraniya jinan li kapman dijîn. Asfûroglû wiha axivî: “Jinên li kapman dijîn rastî şidetê tên. Hewiyê tînin ser wan. Bi zewicandinên bêmahrî, rastî taciz û tewcawizê tên. Lê mixabin, jin di warê mafên xwe de ne haydar in û her wiha der barê serwextkirinê de xebatên perwerdehiyê nayên kirin û ji bo kirina wan jî destûr nayê dayîn. Wek Komîsyona Huqûqê ya Jinan a Baroya Hatayê, di vî warî de me gelek caran daxwaza kir, lê me tu encam negirtin. Li kapman ji bo her xebatê divê destûr ji saziyên fermî bê girtin. Lê belê li gel ewqas serlêdanan jî, heta niha ji bo me tu destûr nehatiye dayîn. Ev destûrnedayîna meqamên fermî jî, li dijî fêrbûna mafên xwe ya jinan wek astengiyekê radiweste. Ev jî dibe sedema ku dê binpêkirina mafan zêdetir bibe û bi awayekî nepen bimîne.”
(red)