DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

Zîhniyeta qeyûm dixwaze jinan ji qadên siyaset û jiyanê dûr bixe

 
12 Cotmeh
09:10 2016

NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin, bi rakirina pergala hevserokatiyê re vîna jinan ji holê radike dike û bi aramanca jinan ji nava civakê û jiyanê derxîne kilît li deriyê gelek navendên jinan da.

Di çarçoveya OHAL'ê de bi biryarnameya KHK'ê qeyûm tayînî 27 şaredariyên DBP'ê hatin kirin û vîna gel ê ku di hilbijartinan de derketibû pêş tê xespkirin. Bi xespkirina vîna gel re yên ku hedef tên girtin jin in. Di encama têkoşîna jinên kurd a li hemberî zîhniyeta baviksalariyê, jinan pergala hevserokatiyê bi dest xistin û dixwazin vê destkeftiya jinan bi tayînkirina qeyûman ji holê rakin.

Ligel vê êrîşa li hemberî pergala hevserokatiyê, meclîsên şaredariyan ên ku niviya wê ji jinan pêk tê ji aliyê qeyûman ve holê hat rakirin. Biryarên ku di meclîsê re derbas ne dibûn ne diketin meriyetê bi tayînkirina qeyûm re biryar bi fermana kesekê tê dayîn. Kesên ku dixwazin bi van êrîşan jinan ji siyasetê bên durxistin di heman demê de dixwazin jinan ji jiyana civakî jî dûr bixin.

Qeyûmên ku tayînî şaredariyên navçe û bajaran hatin kirin, yekemîn karê wan girtina navendên jinan ên ku wan jinan tevlî jiyana civakî dikin bû. Sazî û navendên jinan ên ku girêdayî şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin, hatin girtin û deriyên wan hatin mohr kirin. Heta bîlgîseyarên ku agahiyên jinên ku ji ber şîdetê reviyane navendê tê de hene jî desteser kirin.



Yek ji şaredariyên ku qeyûn hatiye tayîn kirin jî Şaredariya Êlihê ye. Qeyûm Midûryeta Polîtîkayên Jinê ya ku dibin banê şaredariyê hatiye avakirin girt. Li navçeya Farqînê ya Amedê jî Navenda Jinan a Meya ku yekane saziye bi pirsgirêkên jinan re eleqedar dibe, bi fermana qeymeqam Murat Kutuk ku wekî qeyûm tayînî şaredariyê hatiye kirin ve hat girtin. Dîsan Kafeya Sîn ku li Parka Gulan hatibû vekirin û jinan dida xebitandin deriyê wê hat mohrkirin û jinên li wir dixebitîn bê kar man. Saziyên jinan ên li bajarên din jî bi heman awayî hatin girtin.

Qeyûmê ku tayînî şaredariya Qelqeliya Wanê hat kirin jî, Kreşa Alan Kurdî ku di sala 2015'an de hat vekirin û bi zimanê kurdî perwerde dida zarokan girt û mohr li deriyê wê xist.

Ligel girtina sazî û navendên jinan, qeyûmên ku hatine tayînkirin derdora şaredariyê bi dîwarên beton pêçane û ji be r şaredarî vegerandin qereqolan rêjeya jinên ku diçin şaredariyê û daxwaza xizmetê dikin gelek kêm bûye.

(mb)




ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN