DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

12 Cotmeh
09:00 2016

* Malbat û xwendekarên Dibistana Ferzad Kemanger bertek nîşanî mohrkirina Dibistana Ferzad Kemanger dan û diyar kirin ku ew çendî dibistanê mohr bikin jî dê nikaribin zimanê wan mohr bikin.

* Koncalên nîvmetreyî yên ku Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê li Qada Haşimiyeyê kolane gel mexdur dikin. Esnafên qadê diyar kirin ku gelek kes di van koncalan de wer dibin û birîndar dibin û ji ber şaredarî hawirdora wan nagire bertek nîşan dan.

* Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojavayê ya Dîlokê Abdûrrahman Kartal diyar kir ku, hesabê ku wan ji bo bexşê li Îş Bankasiyê vekiribû ji aliyê bankayê ve hatiye girtin û got, bi vî awayî xebatên wan tên astengkirin.

* Li Şirnex a ku beriye çend mehan daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" hat dayîn jî li aliyekî qedexe didome li aliyê din ji hilweşandin didome. Piştî pevçûnan ji bo avahî û kargehên ku xisar nedîtine jî vê carê wan bi maşîneyên kar ve zirarê didin.

* Parazvanên mafên mirovan pekata darazê ya nû ku îxtidara AKP'ê dixwaze rayeyên polîs û dozgeran berfireh bike nirxandin diyar kirin ku paketa ewlehiya hundir binpêkirinên mafan zêdetir dike.

* Parlamentera HDP'ê Aycan Îrmez bal kişand şerê li Kurdistanê û banga piştevanî dayîna welatiyên Şirnexê yên ku ji ber şer ji cih û warên xwe hatine derxistin kir. Bi hatina zivîstanê re Îrmez got ku li Şirnexê kon û bereqeyan bi hezaran welatî dijîn.

* Riyên ku diçîn gundên Colemêrgê .i hinceta ewlehiyê 2 meh in girtî ne. Girtina riyan welatiyan mexdûr dike di serî de tenduristî xizmên ji bo gel bi vî rengî tê astengkirin.

* Malbatên girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê piştgîriya gireva birçîbûnê dikin û gotin: "Heke bivê em ê di malên xwe de dest bi greva birçîbûnê bikin."

* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlementerên HDP'ê Osman, Baydemîr, Nîmetullah Erdogmuş, Ferhat Etcu û Leyla Bîrlîk dê li Silopiya esnafan ziyaret bikin. BI DÎMEN E

* Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê ji bo daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera Mutabaqata Dolmabahçeyê dê di hefteya 48'emîn de li ber Qesra Dolmabahçeyê bên cem hev. (13.00) BI DÎMEN E

* Komîsyona Jîngeha Kedê ya ÎHD a Stenbolê têkîldarî binpêkirinên mafan ê bi dirêjkirina OHAL'ê re zêdetir bûye li avahiya ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00) BI DÎMEN E

* Doza polîsên ku Dîlek Dogan a li mala xwe qetil kirin dê li 12'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.15)

* Şaxa KESK'ê ya Wanê têkîldarî kedkarên ku ji kar hatin durxistin li Parka Mûse Anter a li navçeya Rêya Armûşê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10:00)

POLÎTÎKA

* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tuncel dê biçe serdana rojnamegerên ku li dijî girtina televîzyonan li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat çalakiya rûniştinî dane destêpkirin. Çalakiya rojnamegeran a 3 rojan bi daxuyaniyê dê bi dawî bibe. (15.00/17.00) BI DÎMEN E

JIN

* Qeyûmên ku tayînî şaredariyên DBP'ê hatine kirin, bi rakirina pergala hevserokatiyê re vîna jinan ji holê radike dike û bi aramanca jinan ji nava civakê û jiyanê derxîne kilît li deriyê gelek navendên jinan da.

* Seroka Komîsyona Hûqûqê ya Jinan a Baroya Hatayê Meral Asfûroglû diyar kir ku, jinên penaber ên mecbûr mane li Tirkiyeyê bijîn, ne di bîra binpêkirinên mfan de ne û got, astengiya li pêşberî serwextkirina jinên li kapman saziyên fermî ne.

EKOLOJÎ

* Li navçeya navendî Halîliyeya Rihayê bîra dîrokê Bîra Dêwteştê, terkî çarenûsa xwe hatiye kirin. Bîra ku berê hawirdora wê bi bax û baxçe bûn, niha di nav gumletên betonî de veguheriya sergoyan.

ABORÎ

* Lîmona ku her sal hilberîna wê kêm dibe, îsal jî rastî polîtîkaya hikûmetê ya ku disepîne hat.

* Esnafên Foça ya ku turîstên xwecihê eleqeyeke mizn nîşan didin ji ber şer û OHAL'ê hatine asta îflaskirinê. Esnafan nirxandina "Berê jî di dema Tansu Çîllerê de me heman tişt jiyan kiribî" kirin û tiştên ku diqewimin bi şer re girêdan.

ÇAND Û HUNER

* Di 9’emîn salvegera wefata nivîskar û romanûsê kurd Mehmet Ûzûn de, nivîskar û rojnameger Medenî Ferho, der barê roman, romanûsî, estetîka kurdî û ya di berhemên Ûzûn de pirsên me bersivandın.

* Li Wanê bi bi hunera destan zîvkeriya bi zîvê savatê ya bi sedan salî, bi destê jinan ji nû ve tê zînde kirin.

* Derhêner Ayşe Polat a ku bi belgefîlma bi navê "Yên Din" a ku qirkirina li dijî ermenan a beriya sed salan pêk hatiye vedibêje diyar kir ku qirkirin êro li dijî kurdên ku bajarên wan hatin xirakirin didome.









ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN