Yuksekdağ: Em qet û qet li dijî zaliman çong danînin
ANTALYA (DÎHA) - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di xwarina fitarê ya Welatiyên Elewî ya Antalya de diyar kir ku geşedanên ku niha pêş dikevin dişibin geşedanên Kerbelayê, lê ew dê qet û qet li diji zilma zaliman serî netewîne.
Li Cemxaneya Kizilarik a li Navçeya Kepez ya Antalyayê di roja 11'emîn a meha Muharremê de lokma hat belavkirin. Di bernameya rojiyê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Wekîla HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, Wekila HDP'ê ya Êlihê saadet Becereklî, nûnerên HDP û DBP'ê yên Elewî û gelek kesên din beşdarî fitarê ya Welatiyên Elewî bûn. Yuksekdag, di fitarê de diyar kir ku geşedanên ku niha pêş dikevin dişibin geşedanên Kerbelayê.
Yüksekdag, anî ziman ku ew hem şînê digirin û hem jî di rêya Îmam Huseyin de bi biryar dimeşin. Yuksekdag, anî ziman ku Kerbela dîroka hêza berxwedanê ye û dîroka serîrakirinê ye û wiha got: Em tu carî li hemberî zilma zordaran dê serî danînin. Em dê tu carî îxanetê li dîroka xwe nekin û li dijî zaliman qet û qet serî netewînin."
Piştî axaftinan welatiyên elewî bi duayên Muharrem fitara xwe vekirin.
(mae)