DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Arslan û Ateş şandin warên wan

11 Cotmeh
19:48 2016

ENQERE (DÎHA) - Kesên bi navê Harun Aslan û Mahide Ateş ên hat îdîakirin ku endamên HPG'ê ne û ji bo xwe nedin dest bombe bi xwe de teqandin jibo definkirinê şandin warên wan.

Li navçeya Haymana ya Enqereyê duh Harun Arslan û Mahide Ateş ku hat îdîakirin endamên HPG'ê ne, piştî polîsan dora wan pêçan, bombeyên xwe teqandin û dawî li jiyana xwe anîn. 2 kesên jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan birin Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê. Piştî rapora otopsiyê malbatan cenazeyên wan girt û ber bi warên xwe bi rêketin. Li gel malbatan saziyên civakî jî tevî cenazeyan bi rê ketin. Cenaze bi ambulansan şandin warên wan. Dê cenazeyê Harun Arslan li Sêrtê û cenazeyê Mahide Ateş jî li Amedê bê defînkirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN