DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Zarokê li Geverê birîndar bû jiyana xwe ji dest da

 
11 Cotmeh
18:32 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Li navçeya Geverê ji 3 zarokên birîndar bûn Umut Ayvalik ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.

Li herêma Kanî Heydar a navçeya Geverê ya Colemêrgê, li qada lîstika zarokan teqîn pêk hat. Di teqînê de hat diyarkirin ku 3 zarok birîndar bûn. Zarokên ku perçeyê li nêzî Dibistana Vali Erdogan Gurbuz dîtin û di destê wan de teqîya birîndar bûn. Ji 3 zarokên birîndar Umut Ayvalik ê 10 sali jiyana xwe ji dest da. Piştî Umut jiyana xwe ji dest da, xizmên Umut ên li ber nexweşxaneyê ji ser hişên xwe çûn. Di teqînê de zarokê birîndar Hakan Ayvalik rewşa wî giran e. Rewa Havin Ayvalik jî ber bi başiyê ve diçe.

Xizmên zarokan li ber nexweşxaneyê kom dibin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN