DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

DBP û HDP'ê binçavkirin şermezar kir

 
11 Cotmeh
17:52 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Bismilêya Amedê rêxistinên DBP û HDP'ê binçavkirina siyasetmedarên kurd şermezar kirin.

BISMIL


Li navçeya Bismilêya Amedê endam û rêveberên HDP û DBP'ê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî hevserokên HDP û DBP'ê yên Amed û navçeyên Amede pêk hat bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Rêveberên DBP'ê bi armanca binçavkirina Hevseroka DBP'ê Bismilê Gurbet Yalçinkaya û Hevserokê HDP'ê yê Bismilê Habip Akinci şermezar bikin li ber avahiya DBP'ê ya Bismilê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveerên DBPê xwestin hevalên wan ên hatine binçavkirin bi lezgîn serbest bê berdan.

ÇEWLIG

Li navçeya Çewligê jî bi armanca operasyona siyasî şermezar bikin li ber avahiya HDP û DBP'ê li ber Pazaja Gel a Çewligê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endam û rêveberên HDP û DBP'ê û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Li ser navê komê Hevseroka HDP'ê ya Çewligê Zerrin Berdibek daxuyanî da û xwest bi lezgin siyasetmedarên kurd ên hatine binçavkirin serbest bên berdan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN