DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtiyên siyasî yên li Semsûrê di grevê de ne

 
11 Cotmeh
17:37 2016

SEMSÛR (DÎHA) - Girtiyên siyasî yên li girtîgeha Semsûrê ji ber binpêkirinên mafan ên piştî darbeyê dest bi greva birçîbûnê kirin banga hestyariyê li raya giştî kirin.

Piştî şerê li Kurdistan û darbeya 15'ê Tîrmehê bi îlankirina OHAL'ê re binpêkirinên mafan ên li girtîgehan her roj zêdetir dibin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê diyar kirib ku piştî darbeyê mafê qadên civakî ji destê wan hat girtin, her roj di bin navê lêgerînê de gartiyan rojê 2 caran bi ser kawişan de digirin, amûrên wan tevlîhev dikin û dan zanîn ew ji ber van pekanînan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Girtiyan anîn ziman ku li hemberî binpêkirinên mafan wan di 30'ê Îlonê de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine û banga hestyariyê li raya giştî kirin.

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN