Tuncel: Berpirsên komkujiya Geverê walî û qaymaqam in
COLEMÊRG (DÎHA) – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, ji bo lêkolîna qetilkirina 4 kesan hat Geverê. Tuncel destnîşan kir ku bûyer ne di encama qezayekî de pêk hatiye raste rast bi organîze û gefeke li hember esnafê Geverê pêk hatiye û wiha axivî: “Berpirsên vê komkujiyê jî di serî de qaymaqam û waliyê bajêr piştre jî hikumeta bingeha van komkujiyan vedike ne.”
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ji di nav de heyetek HDP û DBP’ê ji bo sersaxiya 4 kesên di encama gulebaran maşîneyê zirxî de li navçeya Geverê ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabûn hatin navçeyê û cihê bûyerê lêkolîn kirin. Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Wanê Bekir Kaya û Hatice Çoban, endamên PM’ê yên DBP û HDP’ê jî di nav heyetê de cih girtin. Heyet di ketina bajêr de ji aliyê parlementerên HDP’ê yên Colemêrgê Abdullah Zeydan û Nihat Akdogan, endamên DBP û HDP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Şandeyê di Sûka Amedê ku cihê bûyerê ye de hin lêkolîn kirin û li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Tuncel: Ligel hişyariyê walitî bergirî negirtin
Tuncel li vir axivî û diyar kir ku bûyer ne di encama qezayekî pêk hatiye û li dijî esnafên Geverê gefek e û bi organîze pêk hatiye. Tuncel destnîşan kir ku di encama polîtîqayên şer ên AKP’ê de Tirkiye veguheriye dewleteke polîsan û li ser qetilkirina welatiyan ev tişt gotin: “2 meh ewilî parlementerên bajêr di hevdîtinên xwe yên bi walîtîtiyê re pêk anîn de hişyariya “Heke bergirî neyê girtin dê komkujiyek pêk were. Ev ewlehî bingeha komkujiyê vedike” kirine. Walî ligel vê hişyariyê jî tu bergirî negirtin. Walî û qaymaqamê navçeyê berpirsê vê komkujiyê ne. Berpirsyariya emniyetê ne girtina mafên jiyanê ye, tesîskirina ewlehiyê ye.”
‘Hikumeta AKP’ê bingeha komkujiyê danî’
Tuncel diyar kir ku AKP bi girtina polîsekî ji vê berpirsyaria komkujiyê nikare xwe rizgar bike û wiha axivî: “Kesên bingeha vê komkujiyê danî û berpirs hikumeta AKP’ê ye.”
‘Em dilhişkiya dewletê baş dizanin’
Tuncel anî ziman ku divê demildest polîtîqayên şer bi dawî bibin û li ser gotinên “Em ê dilhişk bibin” yên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu sekinî. Tuncel wiha berdewam kir: “Wezîrê Karên hundir jî berpirsê vê komkujiyê ye. Niha tenê çeperên şer digere û behsa dilhişkiyê dike. Em dizanin dewlet çend dilhişk e. Ji ber vê dilhişkiyê pirsgirêk ev qas ketine nav hev û du. Her çend serokomar û serokwezîr nijadperestiyê dikin karmendên vir jî ji xwe re pay derdixin.”
‘Hêzên demokrasiyê divê li Geverê bibin’
Tuncel da zanîn ku AKP ji bo siyaseta xwe hewcehiya bi pevçûn û şerê heye û wiha pê de çû: “Divê hêzên demokrasiyê li Geverê bibin. Heke her kes êşa xwe bi xwe bijî em ê çawa şabûnên xwe hevpar bikin. Divê her kes ji van komkujiyan re bibêje; Êdî bes e”
‘Em ji girtina tabûtan westiyan’
Tuncel got ku ew li hember zilm û tundiyê tu carî serî natewinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divêjin an em ê serî li hember wan bitewînin an jî ew ê mafê jiyanê ji me re nehêlin. Her çend bixwazin bi tundî û zordestiyê wateya dewletê nîşanî me bidin jî em ê ji têkoşînê venegerin. Divê li hember van komkujiyan hemû gel tê bikoşe. Em ji girtina tabûtan êdî westiyan.”
Piştre şande derbasî mala şînê ya ji bo 3 welatiyan di taxa Yeniyê de hatin dayîn bû.
Xizmên kesên hatin qetilkirin: Bi zanebûn ev hat kirin
Xizmên kesên hatin qetilkirin jî li mala şînê gotin ku ev bûyer bi zanebûn pêk hatiye û bi zanebûn mirov kuştine. Tuncel û heyeta DBP û HDP’ê herî dawîn derbasÎ gundê Şahê ya ji bo welatiyek mala şînê hatibû danîn bûn.
(gka-bo)