DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Pêşrapora otopsiyê ya jahrkirina Beritan nedan

 
11 Cotmeh
16:03 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Xwendekara 6 salî Beritan Hacioglu ya li Dibistana Seretayî ya Savci Hakan Kiliç dixwand û ji ber xwarinê jahrînî bû jiyana xwe ji dest da, pêşrapora otopsiyê nedan malbatê.

Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê xwendekara 6 salî Berîtan Hacioglu ya li dibistana seretayî ya Savci Hakan Kiliç dixwend, di 7'ê Cotmehê de ji ber xwarina şirketa taybet jahrînî bû û piştre jiyana xwe ji dest da. Beritan Hacioglu jiyana xwe ji dest da û xwişka wê Dicle Hacioglu jî rizgar bû. Gelek xwendekar jahrînî bûn. Dema Berîtan jahrîbû, rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Lê rayedarên nexweşxaneyê got "Zêde derfet tune" û nehat dermankirin. Piştre Betîran sewqî Êlihê kir. Dîcle jî sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê kirin. Berîtan li Êlihê jiyana xwe ji dest da.

40 xwendekar jahrîni bûn

Derket holê ku di 7'ê Cotmehê de 40 xwendekarên dibistanê ji heman xwarinê jahrînî bûn û birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê. Bavê Berîtan Şerif Hacioglu, diyar kir ku wî bi midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Bazîdê Yusuf Yardımci re axivî û wiha got: "Agahiyên nakok dan min. Ji min re got yek lîsteya xwarinê di destê wî de heye. Got xwarina Kaşar û salam-nan heye. Got xwarina cuda nedaye. Lê derket holê ku wê rojê kofte, kartol, kaşar û salam dane xwendekaran. Şehî malbatên xwendekaran şahid in. 40 zarokên rakirin nexweşxaneya Dewletê verişiyan û îshal bûn.

Dozger pêşropora otopsiyê neda malbatê

Bavê Beritan diyar kir ku Dozgerê Komarê pêşrapora otopsiyê neda wan û diyar kir ku dê raporê ji Dozgerê Komarê yê Bazîdê re bişîne. Bav Hacioglu, anî ziman ku ew dê vê mijarê bişopînin û heta her tişt ronî bibe dê bişopînin. Bav Hacioglu, anî ziman ku keça wî mir ew naxwaze zarokên kesên din bimirin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN