DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ocalan: Ger kurd biban yek dê ciwanan jiyana xwe ji dest nedabana

 
11 Cotmeh
16:00 2016

RIHA (DÎHA) - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan tevlî cenazeyê Ercan Altunê HPG'î bû û diyar kir ku ger kurd biban yek dê ciwanan her roj jiyana xwe ji dest nedabana.

Ji bo endamê HPG'ê Ercan Altun (Cesur Riha) ku di 25-30'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dayî û li gundê Cavsak ê navçeya Hewaga Rihayê konê sersaxiyê hat vedan û ji aliyê welatiyan ve tê ziyaretkirin. Di ziyareta ku Parlementera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan jî beşdar bûyî de birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan axivî û bal kişand ser hevdîna xwe ya 11'ê Îlonê ku bi Ocalan re kiriye.

Mehmet Ocalan wiha got: "Di hevdîtinê de Serok ji min re got ew ji ber mirinên tên jiyîn bi şevê ranakeve. Ger kurd biban yek dê ciwanan her roj jiyana xwe ji dest nedabana. Dê pirsgirêka kurd hatiba çareserkirin. Divê kurd bibin yek û ji mirinan re bêjin êdî bese. Divê ne ji bo şer ji bo aştiyê hertişt bê kirin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN