DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Çalakiya rojnamegeran di roja 2'yemîn de ye

 
11 Cotmeh
15:43 2016

AMED (DÎHA) - Rojnamegerên ku li Amedê ji bo balê bikişînin li ser weşanên hatine girtin dest bi çalakiya rûniştinê kirin di roja 2'yemîn de çalakiya xwe didomînin.

Xebatkarên ÎMC TV, Azadî TV, Van TV û Hayatin Sesî TV yên ku hatin girtin ji bo balê bikişînin li ser girtina weşanan û astengiyên li dijî çapemeniyê li Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat a li Amedê duh çalakiya rûniştinê dan destpêkirin di roja duyemîn de çalakiya xwe didomînin. Nûnerên Rêxistina Efûyê, Hevserokên Cemiye Rojnamegerên Azar (CRA) Hakki Boltan û Nevîn Erdemîr. PEN a Kurd, Komeleya Nivîskarên Kurd, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Platforma Demokrasî û Kedê, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û gelek rojnamger çûn serdana rojnamegerên di çalakiyê de ne.


Hevseroka Komeleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar li vir axivî û diyar kir ku ew wekî rojnamegerekî kevn diyar kir ku ew dizane ku di bin şertên giran de rojnamgerî kirin çiqas zehmet e û wiha berdewam kir: "Em ê her tim bi we re bin. Êrîşên li dijî rojnamegerên ku dengê civakê ne nayê qebûlkirin. Dê berxwedana me jî têkoşîna me jî bidome."

'Nîşaneya netehamulkirinê ye'

Hevserokê CRA'yê Hakkî Boltan jî got ku têkoşîn bêbedel nîne û ji bo piştgiriyê bidin rojnamegerên di çalakiyê de ne bi hevre ne. Dayika Aştiyê Havva Kiran jî anî ziman ku ji ber ku li Kurdistanê rastî anîne ziman ev kanal hatine girtin, êrîşa li dijî çapemeniyê û girtina weşanan netehamulkirina rastiyan e.

Rojnamegerên di çalakiyê de jî diyar kirin ku ew ê li dijî polîtîkayên girtina televîzyonan serê xwe netewînin û ew ê mafê ragihandinê ya gelê Kurdistanê bi riyên alternatîf bidomînin.

Nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bi çalakgeran re der barê geşedanên li Kurdistanê sohbet kirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN