DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Girtîgeha Sêrtê binpêkirinên mafan

11 Cotmeh
15:35 2016

SÊRT (DÎHA) - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin bi riya malbatên xwe zext û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin.

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê dimînin di daxuyaniya bi rêya malbatên xwe dayîn de diyar kirin ku bi îlan kirina OHAL'ê re mafê wan ê teleofonê ku hefteyê careke kirine 2 hefteyan carekê û nameyên ku ji wan re tên nayên dayîn.

Girtiyan anîn ziman ku çalakiyên wan ên civakî yên di nava girtîgehê de hatine rakirin, derketina revîrê hatiye kêmkirin û polîsên li girtîgehê bi hinceta 'em ê ji we xwîn bigirin' gefan li girtiyan dixwin.

Girtiyan dan xuyakirin ku bi girtinên di demên dawî re hêjmara wan zêde bûye û ev tişt anîn ziman: "Em li erdê radikevîn û kesên ku vê yekê îtiraz dikin rastî gefa sirgûnê tên. Rojname, kovar û pirtûkên ku ji weşanên demokratîk derdikevin nagirin girtîgehê. Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî van binpêkirinên mafan bêdeng nemînin."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN