'Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan'
STENBOL (DÎHA) - Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Încîlay Erdogan di civîna ÎHD'a Stenbolê de axivî û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Asli Erdogan û wiha got: "Divê Asli Erdogan û girtiyên nexweş serbest bên berdan."
Komeleya Mafê Mirova (ÎHD) ê Stenbolê ji bo nivîskar Asli Erdogan a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtiye li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civînê de dayîka Asli Erdogan Mîne Aydosdu, nivîskar Semîh Gumuş, lîstîkvan Defne Halman, Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Încîlay Erdogan û gelek kes amade bûn. Di civîna ku panklarta "Ger Asli di hundir de be em hemû ne li derve ne" hat vekirin de kesên ku tevlî civînê bûn tîşortên ku wêneyên Erdogan li ser bûn li xwe kirin.
Destpêka dayîka Asli Erdogan Mîne Aydoslu axivî. Aydoslu, da zanîn ku ev 25 salin Erdogan ronamegere û nivîskare û wiha got: "Asli her tim pêrêzvantiya mafê mirovan kiriye. Beriya ku dest bi rojnamegeriyê bike endezyara bîlgîseyarê bû. Piştre çû Îsvîçreyê, li ser pirtika atomê 2 salan xebitî. Di cîhanê de fîzîkçiyek baş bû. Dest ji her tiştî berda û xwest bibe nivîskar. Dikaribûn jiyana rihet hilbijêre. Lê wê jiyana rihet nehilbijart û têkoşîn hilbijart. Hemû êş ji kûrahî ve hîs dikirin û aliyên reş ên êşan nivîsand. Wekî mirovekî ligel kesên bindest bû. Asli wijdan bi xwe ye."
Parêzerê Asli Erdogan Erdal Dogan anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûq tuneye û wiha pêde çû: "Asli Erdogan ji ber nivîsên xwe yên ku mejiyê wan qebûl nake tê darizandin. Di hiqûqê de tu cihê vê tune ye. Piştî rojnameya Gundemê hat girtin, hemû kes bi kedkar û rojnamegeran re wekî 'sûcdar' hatin nîşandan."
Endama Lijneya Giştî ya Odeya Tabîban a Stenbolê Dr. Încîlay Erdogan jî wiha axivî: "Hemû qadên Tirkiyeyê bûne girtîgehên vekirî. Ji ber ku Asli Erdogan îro têdikoşe li girtîgehê tê girtin. Asli Erdogan nexweşiya têrnekirina pankreasê dijî û pirsgirêka astimê pê re heye. Beriya niha ji pişta xwe jî emelyat bibû û nikare di girtîgehê de bimîne. Divê girtiyên nexweş hemû ji girtîgehê bên berdan. Zana û Înan jî dibin tecrîdê de ne ez nikarim tenê behsa Asliyê bikim şerm dikim û dê Asli jî ji ber vê xwe aciz bike. Em dizanin ku dema diçin hevdîtinê di lêgerîna tazî re derbas dikin û dema vê qebûl nakin jî rastî îşkenceyê tên."
Civîna çapemeniyê bi xwendina beşek biçûk a pirtûka Asli Erdogan a ji aliyê lîstikvan Defne Halman re bi dawî bû.
(mb)