Jinek li Riha jinek jî li Wanê hatin qetilkirin
WAN/RIHA (DÎHA) - Li Rihayê jina ciwan a 18 salî ku nû zewicîbû hat qetilkirin. Li Wanê jî jina ciwan a 23 salî hat qetilkirin.
Li Rihayê jina ciwan li mala bavê xwe hat kuştin
Li navçeya Haliliyê ya Rihaye jina 18 salî Zeynep Aksoylar ku 10 roj berê hatibû zewicandin li mala bavê xwe kuştî hat dîtin. Hat zanîn ku Aksoylar li mala bavê xwe kêrkirî kuştî hat dîtin. Cenazeyê Aksoylar ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî. Pişti bûyerê der barê kuştina Aksoylar de lêpirsîn hat destpêkirin
Li Wanê jî jina ciwan a 23 salî hat kuştin
Li Gundê Kizilweran ê Navçeya Erdîşa Wanê jî jina 23 salî Nurşen Padak hat qetilkirin. Jina 23 salî Nurşen Padak li mala xwe qirika wê hat jêkirin û hat qetilkirin. Padak piştî kuştî hat dîtin yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê wê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya dewletê ya Erdîşê. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
(mae)