DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Neviyê min bi derpkirinê hat qetilkirin'

 
11 Cotmeh
13:59 2016

RIHA (DÎHA) - Dapîra zarokê girtî yê bi navê Seyît Riza Şeran ku li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê bi zarokê girtî Cegerxwîn Akdenîz re jiyana xwe ji dest da Îslîm Şeran, da zanîn ku neviyê wê ne wekî ku tê gotin ji ber dûya şewatê ji ber hatiye derpkirin jiyana xwe ji dest daye.

Di raperîna li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê de ji ber şewata derketî zarokên girtî yên bi navê Seyît Riza Şeran (16) (Delîl) û Cegerxwin Akdenîz jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê Şeran ku ji îdîaya ji ber dûya şewatê bi jehrî ketiye û li nexweşxaneya Mêrsînê jiyana xwe ji dest da li Bêrecûka Rihayê jat definkirin.


Di nemaya ku girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ji me re şandî de girtiyan diyarkiribûn ku ji mirina Şeran û Akdenîz rêveberiya girtîgehê berpirsyare, li kawişên zarok û girtiyên edlî de nexweşiya girûbûnê heye, Şeran û Akdenîz ji ber vê nexweşiyê xistine bin karantînayê û ji ber vê cihê xwe dabûn ber agir.

Dapîra Seyyît Riza Şeran Îslîm Şeran da zanîn ku neviyê wê ne ji ber dûya şewatê ji ber ku ji aliyê peywirdarên girtîgehê ve hatiye derpkirin jiyana xwe ji dest daye. Şerzan, anî ziman ku neviyê ligel temenê xwe yê biçûk cihê xwe di berxwedana Kobanê de girtiye û wiha got: "Me demek dirêj ji Seyît agahî ne girt piştre em hîn bûn ku li navçeya Qilabana Şirnexê hatiye girtin. Ji ber li Şirnexê qedexeya derve berdewam dikir min neviyê xwe ne dît. Lê piştre em çûn cem wî û me dît ku rewşa wî gelek baş bû. Neviyê min herî dawî bi telefonê li me geriya û got; 'ez û hevalek min ji kawişê hatine girtin û di hûcreyan de tên ragirtin. Gotin hûn nexweşin û nexweşiya we dê derbasî yên din jî bibe lê tu nexweşiyên me tune ne'."

'Bi zanebûn agahî nedan me'

Şeran, destnîşan kir ku rayedaran ji wan re gotine bi şewatê re trafo teqiyaye û wiha pêde çû: "Dema Seyît rakirin nexweşxaneyê jî rayedaran em mijûl dikirin. Dema em geriyan rayedaran ji me re gotin; 'tu tiştekî Delîl tuneye. Heta roja duşemê xwe bigirin dê kurê we li we bigere.' Beriya duşem bê me li rayedarên nexweşxaneya dewletê geriya û me agahî xwest. Rayedaran gotin ku zarokê we li vire û di beşa lezgîn de tê ragirtin. Rayedarên girtîgehê bi zanebûn agahî nedan me."

'Tenê şopên derpkirinê hebûn'

Şeran da xuyakirin ku rayedaran gotin ku ew ê piştî 40-50 roj şûnde rapora otopsiyê bidin wan û wiha axivî: "Laşê neviyê min tenê du cih şewitîbûn û ev jî nabe sedema mirinê. Tenê du cihên kêm şewitî hebûn, hatibû derpkirin û seriyê wî şikestibû. Di lingên wî de şopên derpkirinê hebûn. Em dizanin Delîl ne ji ber şewat an jî teqîna trafoyê jiyana xwe ji dest daye, hatiye darpkirin û qetilkirin. Delîl ne ji ber dûya şewatê jiyana xwe ji dest daye. Piştî me şopên di serê wî û lingên wî de me fêm kir. Di pirç, laş û tu cihên wî de şopên şewatê tune bûn. Tenê şopên derpkirinê hebûn."

(mb)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN