Mehmed Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
AMED (DÎHA) -Nivîskarê kurd Mehmed Uzun di 9'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.
Nivîskarê kurd Mehmed Uzun di 9'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Mardînkapi hat bibîranîn. Malbata Uzun, hevalên wî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, Serokê PEN a Kurd Osman Ozçelîk, rêveberên PEN a Navneteweyî yên Amedê jî beşdarî merasîmê bûn. Di bîranînê de ewil Firat Anli axivî û diyar kir ku ew valatiya Uzun gelek hîs dikin û ew bi saya Uzun dîroka kurdan hîn bûne.
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Osman Ozçelîk diyar kir ku dijminên kurdan dîroka kurdan tune kirine lê Uzun bi romanên xwe ve ev berovajî kiriye. Ozçelîk destnîşan kir ku asîmîlasyona li dijî zimanê kurdî didome, dibistanên kurdî tên girtin, nivîskarên ku mîrateya kurdan dewr girtine dê van armancên qirêj pûç bikin.
Birayê Uzun, Mhmut Uzun jî bilêv kir ku danasîna wêjeya kurdî ya li cihanê li Kurdistanê jiyan bi kurdî jiyankirin e û wiha axivî: "Heke birayê min îro heba dê Sûr binivîsana. Hêvîdar im em ê bi têkoşîna xwe ya hevpar ve mirinê ji vî welatî dur bixin."
Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.
(sa)