DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Rojnameger Çelebî derket peşberî dadger

 
11 Cotmeh
12:55 2016

STENBOL (DÎHA) - Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê û rojnameger Mehmet Ali Çelebî ji ber nivîsa xwe ya bi ser navê "Harita denemesi" îfade da dadgehê.

Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê û rojnameger Mehmet Ali Çelebi, ji ber nivîsa xwe ya bi ser navê "Harita denemesi" li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê îfade da. Çelebi, li dadgehê parastin kir û diyar kir ku naveroka nivîsa wî Sûriye ye û li ser êrîşa Qamişlo analîz kiriye. Çelebi, anî ziman ku wî di çarçoveya azadiya raman û çapemeniyê de nivîs girtiye dest û wiha got: "Ger ku çapemenî azad be dê demokrasî pêş bikeve. Ez di wê baweriyê de me ku min propaganda nekiriye. Qedexe û tepisandin dikeve mijara sansurê û divê di çapemeniyê de sansur tune be." Çelebî herî dawî anî ziman ku cihê çapemeniya azad tune demokrasî pêş nakeve û
divê çand, ziman, rama azad bin da ku pir rengî û pir ramanî pêş bikevin.

Heyetê der barê Çelebî de biryara darizandina serbest da û rûniştina dozê taloqî mehên pêş kir.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN