Ji kesên hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtina bi parêzeran
AMED (DÎHA) - Ji kesên ku serê sibehê li Amed û hnavçeyan hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtina bi parêzeran hat danîn.
Serê sibehê di serdegirtinên malan ên li Amed û navçeyan hevserokên HDP û DBP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin re qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat danîn. Hate hînbûn ku hevdîtina bi parêzeran 5 rojan hatiye qedexekirin. Parêzeran têkîldarî binçavkirinan agahî dan û diyar kirin ku nêzî 25 kes li Midûriyeta Polîsan a Amedê tên girtin gelek kes jî hêj neanîne midûriyeta polîsan.
(sa)