'Ji mirina Şaran û Akdenîz rêbeveriya girtîgehê berpirsyare'
AMED (DÎHA) - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên girtin diyar kirin ku berpirsayên mirina zarokên girtî yên bi navê Seyît Riza Şaran û Cegerxwîn Akdenîz ên ku piştî îsyana di 28'ê Îlonê li girtîgehê derket de jiyana xwe ji dest dan rêveberiya girtîgehê ye.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tên girtin diyar kirin ku berpirsayên mirina zarokên girtî yên bi navê Seyît Riza Şaran û Cegerxwîn Akdenîz ên ku piştî îsyana di 28'ê Îlonê li girtîgehê derket jiyana xwe ji dest dan rêveberiya girtîgehê ye. Di nameya ku beriya mirina Şaran hat rêkirin û niha gihişt ber destê me de hat ragihandin ku ev 10 mehe di kawişên ku zarok û girtiyên edlî tên girtin de nexweşiya girûbûnê heye.
Girityan da zanîn ku rêveberiya girtîgehê dikaribû bi derman reşandinê vê pirsgirêkê ji holê rake lê ji ber pêkanînên keyfî ev nexweşî belav dibû û wiha gotin: "Ji ber vê nexweşiyê Şaran û Akdenîz girtibûn bi muşahedeyê lê her du girtiyan cihê ku lê ne dan ber agir. Piştî bûyerê Akdenîz ji dumanê fetisî û jiyana xwe ji dest da. Şaran jî ket komayê. Ligel ku ev nexweşî demek dirêj berdewan kir jî kesên ku bi tedbîra karantînê wekî çareserî dîtin berpirsên van mirinan in."
Girtiyan anîn ziman ku ji mirina Şaran û Akdenîz rêveberiya girtîgehê berpirsyare û wiha pêde çûn: "Korîdorên girtîgehê ji aliyê berpirsên saziya înfazê ve veguherandine cihê talîmatê. Di bin navê 'lêgerîna pêşkî' de bi ser kawişên me de digirin û em bi kirinên tehrîk re rû bi rû dimînin. Tiştên ku me ji kantînê girtine di bin navê qedexeyê de desteser dikin. Dema em dibêjin 'maden qedexeye hûn çima difiroşin me' bi hinceta 'li pêşiya lêgerînê bûne asteng' derbarê me de lêpirsînê vedikin."
Girityan dan xuyakirin ku ji 15'ê Tîrmehê heta niha hemû çalakiyên wan hatine qedexekirin û ev tişt ragihandin: "Dermanên girtiyên nexweş ên nexweşiya dil, tansiyon û kronîk pê re hene bipergalî nayên dayîn. Kontrolên ku divê bên kirin jî tên rawestandin. Pirtûk û kovanên ku ji me re tên ligel ku biryara komkirina wan tuneye jî bi awayekî keyfî tên desteserkirin. Amûrên ku ji me re tên nayên dayîn. Xwarina serê sibê ya ku tê dayîn jî hemû xirabîne. Me bi dehan caran ev rewş ragihand lê hemû hewldanên me bê encam man. Xwarin bê qelîte ne û dema xwarina tê çekirin tendirûstiya mirovan li be çavan nayê girtin."
'Bi hinceta OHAL'ê zextê yên li hemberî me zêdetir kirine'
Girityan herî dawî ev tişt diyarkirin: "Her heft sirûn tên jiyîn. Girtî li hemberî sirgûnan li ber xwe didin. Malbatên ku malên wan hatine xirakirin û bi zorê jiyana xwe didomînin dixwazin vê carê bi sirgûnên zarokên wan, wan di aliyê madî û manewî de carek din mexdûr bikin. Ji bo em van hemû giliyan bînin ziman me ji Serdozgeriya Komarê û cihên berpirsyar re daxwazname nivîsîn lê dest danîn ser van daxwaznameyên me. Daxwaznameyên ku me ji rêveberiya girtîgehê re nivîsandine jî bê bersiv man. Dema em daxwazên xwe bi devkî tînin ziman rêbeveriya girtîgehê dibêje 'daxwazname binivîse' û henekê xwe bi me dike. Pirsdigirêkên me her roja ku diçe girantir dibin. tu hewldanên rêverberiya girtîgehê ji bo çareseriya van pirsgirêkan tuneye û bi hinceta OHAL'ê zextê yên li hemberî me zêdetir kirine."
(mb)