Li Silopiya 4 kes hatin girtin
ŞIRNEX (DÎHA) - Li Silopiya ji 9 welatiyên 6'ê cotmehê hatîn binçavkirin 4 kes hatin girtin.
Li taxa Kizir (Cumhuriyet) ya navçeya Silopiya Şirnexê 6'ê cotmehê 9 welatî hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê şevê din her 9 welatî derketin pêşberî dadgehê. Dadgeha Cezayên Silhê ya Silopiya bi hinceta, "hin kesan li ser wan daye û endamên rêxistinê ne" biryara girtina Îbrahîm Og, Halît Ogel, Yaşar Orûç û Serhat Karakûş da. Her wiha welatiyên bi navê Mehmet Ogel, Valî Ozkan, Mûsa Ozkan, Mahmût Bagi û Tahîr Çetîn jî serbest hatin berdan.
Her 4 kesên ku hatine girtin birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
(kom/no)