Li serşoka jinên girtî kamera bi cih kirin
ENQERE (DÎHA) - Parlamentera HDP'ê yê Mûşê Burcu Çelîk Ozkan, diyar kir ku li cihên ku girtiyên jin ên Alanyayê serê xwe lê dişûn kemera hatine bicihkirin.
Di civîna dawî ya Komîsyona Meclîsa Lêkolînkirina Mafê Mirovan de Parlamentera HDP'ê yê Mûşê Burcu Çelîk Ozkan binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Şirnex, Odemîş, Şakran, Alanya û Tekîrdag ragihandin. Ozkan, anî ziman ku li cihên serşuştinê ya jinên girtî yên li Alanyayê bi kamerayan tê temaşekirin û wiha got: "Em çûn girtîgeha Tekîrdagê bi taybetî F2 yê. Berê binpêkirinên mafan zêde bûn êdî piştî OHAL'ê gihiştîne kîjan astê hûn bihizirin."
Ozkan, bal kişand ser operastonên li girtîgehan û wiha axivî: "Di bin navê têkoşîna bi rêxistina Fetullahê de, operasyonên li saziyên înfazê, bi taybet di beşa îdarî tên kirin de binpêkirinên mafan dên jiyîn. Em niha nikarin nîşan bidin ku çawa bi zanebûn an jî zanistî nêzî girtiyan dibin lê divê li ser operasyonên li girtîgehan bê rawestandin."
(mb)