Rêveberên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin
BEDLÎS (DÎHA)- Li Pirxûs, Elcewaz û Norşinê serê sibehê di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Pîrxûsê Ahmet Demîr jî di nav de gelek rêveberên DBP û HDP'ê hatin binçavkirin.
Li navçeyên Pirxûs, Xelat û Norşinê yên Bedlîsê serê sibehê di serdegirtinên malan de Hevşaredarê Pîrxûsê Ahmet Demîr, endamên meclîsa şaredariyê Mustafa Toprak, Yaşar Koçeroglu û ji rêveberê DBP'ê yên berê Şahabettîn Akin hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat hînbûn û nayê zanîn ku birin kû derê.
Di serdegirtinên duh şevê de jî Hevşaredar Pervîn Karakoç hatibû binçavkirin.
Li navçeya Elcewazê jî di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Elcewazê Suphî Tarmaşir û rêveberê DBP'ê Eşref Koçak hatin binçavkirin.
Li gundê Morx ê Norşînê jî di serdegirtinan de leşkeran endamê Meclîsa Giştî ya Bajar ê DBP'î Îsa Erkoç binçav kirin.
(sa)