DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

'Ew nivîskarê zimanê qedexekirî bû'

 
11 Cotmeh
10:39 2016

MELTEM OKTAY / DEVRAN TOPTAŞ

AMED (DÎHA) - Birayê Mehmed Uzun ê bi gotina "Ez nivîskarê zimanê qedexekirî me" di jiyana xwe ya sirgûnê de gelek berhemên kurdî nivîsand, Mahmut Uzun qala birayê xwe kir û got ku wî hemû jiyana xwe diyarî gelê kurd û ziman kiriye.

Nivîsak Mehmed Uzun ê ku jiyana xwe diyarî wêjeya kurdî kir di 9'emîn salvegera wefata xwe de tê bibîranîn. Uzun beriya xwe wefat bike xwe wekî "ez nivîskarê zimanê qedexekirî me" pênasekiribû û di jiyana xwe de ji bo ziman û wêjeya kurdî gelek tişt afirand. Pirtûkên ku Uzun nivîsand ji bo gelek zimanan hate wergerandin, ji bo ciwanên kurd wêjeya kurdî nas bikin û gelek kes bi kurdî binivîsînin û bixwînin rê vekir. Uzun bû dengê gelê ku dîrokî wî nehatiye nivîsandin. Uzun di 1981'an de ji ber sedemên siyasî hate sirgûnkirin û salên demdirêj ji derveyî welatê xwe derbas kir. Uzun li bajarê Largen a Swêdê li maleke qiraxa golê ya li hundirê daristanê bi cih bû û ji bo wê demê wiha gotibû: "Ez bi qehremanên xwe ve li wir tenê dimînim." Li vir gelek berhem afirand. Piştî jiyana xwe ya sirgûnê ji ber pençêşêra made di 2007'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Birayê Uzun, Mahmut Uzun qala wî kir.

'Xwe diyarî wêjeyê kir'

Uzun bilêv kir ku birayê wî ji biçûktiya xwe ve eleqeyeke mezin nîşanî zimanê kurdî daye û dema li Sêweregê diçû lîseyê bi çend hevalê xwe re li ser zimanê kurdî xebat meşandiye. Uzun destnîşan kir ku wê demê birayê wî bi hevalên xwe re ji ber xebatên xwe hatiye girtin û demekî li Girtîgeha Amedê maye, bi Musa Anter, Ferît Uzun û Şerafettîn Elçî re li girtîgehê ma. Uzun wiha berdewam kir: "Li zindanê hevdu naskirine. Kurdî ji Apê Musa hîn bû. Piştre jî bi siyasetê re eleqad bû. Piştî zindanê li Enqereyê dibistana xwe berdewam kir. Ji bo Memed kurdî û kurdbûn gelek girîng bû. Di 1974'an de ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin. Demeke li zindanê ma û dest bi nivîsên kurdî kir. Vê carê jî di 77'an de ji ber nivîsên xwe hat girtin. Piştî hat berdan jiyana wî ya sirgûnê dest pê kir û derbasî Sûriyeyê bû. Li vir bi Osman Sebrî, Cêgerxwîn û malbata Berdîrxanî ve dest bi hebatê kir. Mehmed ji Osman Sebrî geelek bi bandor bû. Got ew ê jiyana xwe li ser ziman û wêjeya kurdî bidomîne."

'Zehmetiya Memed a herî mezin sirgûnkirinbû'

Uzun anî ziman ku birayê wî ji çar parçeyê Kurdistanê re têkîlî daniye û heta Misrê jî çûye, ji bo ku xwe di warê zimanê kurdî de pêş bixe gelek xebitiye. Uzun wiha axivî: "Bi zehmetiyan ve emrek derbas bû. Ji ber ku wê demê li ser ziman û wêjeya kurdî kêm kesan xebat didan meşandin. Memed wêjevanekî baş bû jibilî vê jî xwendevanekî baş bû. Tekane hedefa wî wêje û zimanê kurdî ya xurt biafirandin bû. Hin xebatên xwe bi mehan didomand. Lê zehmetiya Memed a herî mezin sirgûnkirin bû."

Ne dikarî salê carekê jî bê welatê xwe

Uzun, anÎ ziman ku tişta ku herî zêde birayê wî Mehmed diêşand ji welatê xwe dûrbûn û di şert û mercên dûrbûnê de li ser zimanê kurdî xebatên xwe dana meşandin bû. Ne dikarî salê carekê jî were welatê xwe. Tenê dikari biçe Sûriye û Başûrê Kurdistanê û xebatên xwe li wir didomandin. Di pirtûkek xwe de behsa yekemîn çûna xwe Sûriyeyê dike, têde dibêje 'ez êdî xerîbekim' û ev ji bo wî gelek giran bû."

Gel li ber deriyê nexweşxaneyê kom bibû û stranên kurdî digotin

Uzun, da zanîn ku di dema destpêka nexweşiya xwe de li Îsveç bû, di xwes biçe Amedê tedawî bibîne û wiha pêde çû: "Dema çû Amedê rewşa wî xiraptir bû. Dema li nexweşxaneyê bû gel li ber deriyê nexweşxaneyê kom bibûn û stranên kurdî digotin. Mehmed wê demê ji min re got; 'Te zanî çima ez vegeriyam ser axa xwe' wê demê min Mehmed baş fêm kir. Wê rojê ji ber gihiştibû gelê xwe gelek keyfxweş bûn."

Uzun, da xuyakirin ku wê demê wêjeya nivîskî ya kurdî xurt nebû, dîroka gelê kurd bi dengbêjan ji nifşên nû re dihat ragihandin û wiha doman: "Wêjeya nivîskî tune bû. Mehmed ev bi ser xist. Ev ji bo gelê kurd xebatek gelek baş bû. Mehmed ev valahî dît û çi ji destê wî hat kir û tejîkirina wê bi ser xist. Ji bo gelê kurd li cîhanê bê nasîn da zanîn ku pêwîstî bi wêjeya nivîskî heye. Gel dikare bêje ku çiqas bi ser ketiye. Mehmed hemû jiyana xwe dabû gelê kurd û zimanê kurdî. 40 milyon mirov bi zimanê xwe najîn wî ev yek qebûl nedikir û ji bo gelê kurd bi zimanê xwe bijîn têkoşîn da meşandin."

Uzun, bi lêv kir ku pirtûkên Mehmed Uzun li Ewropayê jî pir dihatin xwendin û ev tişt anîn ziman : "Kesekî ku dihat naskirin bû. Enamê PEN'ê bû. Gelek havalên wî yên ku di nava wêjeya cîhanê de dihatin nas kirin hebûn. Li Îsveçê xebat dan meşandin. Pirtûkên wî bi gelek zimanan hatin weşandin ji ber wê pir dihat xwedin. Dema dibêjin Mehmed Uzun cxerîbiyek mezin tê jiyîn. Kesekî girîng bû. Di sala 2007'an de jiyana xwe ji dest da û ev bû 9 sal. Îmze avêt bin gelek serkeftinan. Gelek projên wî hebûn lê emrê wî têrê nekir. Xebatên me yên ku em muzeyetê bi navê wî vekin heye. Em dixwazin muzeyeke ku tenê ji pirtûkên wî pêk tên û tenê bi zimanê kurdî be ava bikin. Ji bo vê xebat hene. Malbat û kesên ku têkoşîna wêjeya kurdî didin dê vê projeyê bêxin meriyetê."

(mb-sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN