DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Makîneyên kar hêj molozan ji Sûrê dikişînin

 
11 Cotmeh
10:26 2016

AMED (DÎHA) - Li navçeya Sûrê cihê dîrok, bîr û baweriyan hilweşandina avahiyan berdewam dike.

Li navçeya Sûra Amedê ya ku ji gelek çand û şaristaniyan re malovaniyê kiriye hilweşandina avahî û cihê pîroz didome. Li 6 taxên ku "Qedexeya derketina kolanan" ji 2'ê kanûna 2015’an ve berdewam dike malên welatiyan tên hilweşandin. Di saetên serê sibehê de hat dîtin ku gelek maşîneyên kar girêdayî Saziya Karê Avê yê Dewletê (DSÎ) û wesayitên sivîl yên xerfiyatê, bi awayekî moloz barkirî ji nava taxên Sûrê derdikevin.

Maşîneyên ku ji nava taxan derdikevin ber bi rêya Zanîngeha Dîcleyê ve diçin barê xwe vala dikin û carek din vedigerin cihê hilweşandinê.


(ua/bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN