DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

'Gelek sedem heye ez li kolanê wêne xêz bikim'

 
11 Cotmeh
09:16 2016

HATAY (DÎHA) - Wênesaz Aykut Aşa yê ku 14 sal in li kolanan wêne xêz dike diyar kir ku di pêvajoya ku dewlet dixwaze civakê ji kolanan vekişîne gelek sedem heye ku li kolanan wêne xêz bike.

Wekî êrîşîn li dijî hemû beşên civakê li hemberî hunermendan jî êrîş her diçe zêdetir dibe. Lê ligel vê yekê jî hunermend jî hewl didin ku hunera xwe pêk bînin. YEk ji hunermendê ku karê xwe didomîne wênesaz Aykut Aşa (27) yê li kolanên Hatayê wêneyan êz dike ye.

Aşa di 13 saliya xwe de dest bi xêzkirina wêneyan kiriye û piştî ku di bin avahiya wan de atolyeyekî wêneyan hatiye vekirin wî jî wêneyên vê derê teqlît kiriye û 14 sal in jî bênavber wêne xêz dike.

'Di her noqteyê de wateyên cuda'

Aşa yê ku bi xêzkirina wêneyên xwe yên li kolanan tê nasîn diyar kir ku gelak portreyên pir armancî xêz dike bêhtir jî tiştên di xeyala xwe de li ser kaxizan xêz dike. Aşa bilêv kir uk di her xêzê de bi detayekî cuda rewşa ruhê xwe hewl dide vebêje û dema ku bi pênûsê dide destê xwe ji bo her noqteyê wateyên cuda dide. Aşa got ku dema ku wêne xêz dike dikeve nava hestên cuda.

'Kolan hestên cuda vedibêje'

Aşa da zanîn ku dixwaze hunera xwe li kolanan bidomîne û sedema tercîhkirina kolanan jî wiha vedibêje: "Dema ku em çîrokên hunermendên berê dinêrin, xezên xwe bi piranî li kolanan çêkirina. Kolan dihêle ku mirov hestên cuda vebêje. Ez jî hem kevneşopiyekî didomînim hem jî dikim ku keda min bêyî ku pêşangehan vekim bê dîtin. Dîsa tê gotin ku divê ez cihekî ji xwe re vekim lê heke ez cihekî vekim tenê ji bo aboriyê ez ê xêz bikim lê ez vê yekê naxwazim. Bi xêzkirina li kolanan ve ez difikirim ku kesên din jî teşwîqî hunerê dikim. Ya herî girîng jî bi feraseta dewletê ya ku dixwaza civakê ji kolanan vekişîne ve rû bi rû ne. Bi xêzkirina li kolanê ve ez difikirim ku vî hewldana dewletê şermezar dikim. Ango ji bo ku ez li kalonan xêz bikim gelek sedemên min hene."

Hemû rewşên jinê di portreyê de

Aşa bi dehan wêneyên ku xêz kirine di destê xwe de digire diyar kir ku hemû wêneyên wî ji bo wî bi qîmet e û bi wêneya xwe ya "Aramiya Hundir" ve qatlîama Pirsûsê taswîr kiriye û dîsa wêneya xwe ya "Hêrsa jinê" jî ji bo wî gelek girîng e. Aşa diyar kir ku "Hêrsa jinê" wêneyê herî dawî çêkiriye ye û di wêne de 2 jinên cuda yên Rojhilata Navîn di wêneyekî de taswîr kiriye û hewl daye ku hêrs, şewqat û nasnameya berxwedêriyê ya jinê bihevre bide.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN