DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Nûçegîhanê me Dogru pirsgirêkên girtîgehê nivîsand

 
11 Cotmeh
09:10 2016

STENBOL (DÎHA) - Nûçegîhanê ajansa me DÎHA'yê Muhammed Dogru ku 6 meh in li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kocaelî girtî ye, diyar kir ku piştî darbeya 15'e Tîrmehê binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Dogru, anî ziman ku li odeyên 3 kesan 6 dijîn û nêvî li erdê radizên û mafê wan ê telefon, ziyaretan tê astengkirin.

Nûçegîhanê ajansa me DÎHA'yê Muhammed Dogru ku 6 mahin li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kocaelî girtî ye, bi riya nameyekê bal kişand ser zext û zordariyên li ser girtiyan. Dogru, anî ziman ku piştî hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê zextên li ser girtiyan zêde bûn û wiha got: "Gelek girtiyên ku niha li girtîgehê di navbera 10 sal û 20 salan de girtîne. Ji ber demek dirêjin girtî ne, pirsgirêkên tenduristiyê dijîn. Gelek girtî nexweşên piştê û gelek girtî jî bi nexweşiyên giran in. Ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşiyên wan li wan roj bi roj girantir dibin. Nikarin bi rêk û pêk bên dermankirin. Alav û amûrên me yên paqijiyê ji destê me tên girtin. Amûrên wekî firçe û çekpas ji destê me tên girtin. Em nikarin paqijiya serşok û wc wekî berê paqij bikin. Ev gefan li tenduristiya me dixwe. Ev bandorek neyînî li ser tenduristiya girtiyan dike. "

'Doşekên li erdê kifikî dibin'

Dogru, anî zima ku hefteyê tenê 2 roj revîr vekiriye û ji bo girtiyên nexweş nabe bersîv û gelek girtiyên nexweş nikarin tedawî bibin û kontrola tenduristiyê bikin û wiha got: "Girtiyên nexweşên giran çend hefte şûnde tên sewqkirin û heta sewq dibin nexweşî gelek giran dibe. Ji ber hêjmara girtiyan zêde bûne, li odeyek 3 kesan 6 girtî lê dijîn. Ji ber hêjmar zêde ye nêviyên girtiyan li erdê radizên. Ji ber serma dest pê dike û ritûbet zêde dibe êdi doşek kifikî dibin û nexweşiyê zêde dikin. Ji ber hêjmar zêde ye em cilên xwe dixin poşetên çopê. Hemû daxwazên girtiyan bê bersîv dimîne. Li vir bazirganiyê dikin. Ji bo bin doşekan singer difiroşin girtiyan. Heba sîngerekê bi 15-30 TL difiroşin û dest bi bazikganiyê kirine."

Hevdîtina telefonê ji hefteyekî derxistin 2 hefteyan

Dogru, destnîşan kir ku piştî îlankirina OHAL'ê mafê wan ê hevdîtina telefonan û ziyaretan jî asteng kirine û wiha berdewam kir: "Pêkanînên ku divê li dijî girtiyên darbekar pêk bînin li dijî me pêk tînin. Her girtiyên derdikevin hevdîtina telefonê nav û paşnavê wan dixwaze. Yên ku vê daxwaza wan pêk nîne nikarin bi telefonê biaxivin. Berê mehê 3 ziyaretên girtî û ziyaretek vekirî pêk dihat. Piştî OHAL'ê mehê 2 hevdîtinên girtî û ji 2 mehan carekê hevdîtina vekirî pêk tê. Dîsa mafe xal û xwarzê yê hevdîtinê tune ye. Mafê ziyareta 3 kesan ji holê rakirine. Dîsa di şert û mercê xwarinê jî ji xwe li dijî mafên mirovan e. Name û faksên ku em ji parazvanên mafên mirovan û saziyên civakî re dişînin jî tên astengkirin û desteserkirin.

Rojnameyan nadin wan

Dogru, herî dawî destnişan kir ku ligel ew aboneyên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ne jî dîsa rojnameyan natin wan.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN