Kendavên bihuştê kirin kendavên dojehê
MÊRSÎN (DÎHA) - Kendav û cîvanekên bihuştî yên Derya Spî ku bi sedan cureyên nebat û gihayên endamîk lê hişîn dibin, qirin qurbana kanên mermerê. Kendav û çivanekên ku berê wekî "Kendavên Bihiştê" dihatin bi navkirin, niha rengê "Kendavê Dojehê" didin.
Herêma Derya Spî ku bi kendav û civanekên xwe yên di navbera çiyayên Torosan û deryayê de li pey hev rêz dibin û bi nebat û gihayên xwe yên endamîk mirovan serbest dikin, niha yek bi yek tune dibin. Kendav û Civanekên ku bi xweşikbûna xwe mirov hembêz dikir û wekî "Kendaven Bihuştê" dihatin zanîn ji ber Kanên Mermerê lê hatin vekirin û her der hat kolan, êdî reng û ruyê xweşikbûna berê xuya nabe. Kendavên Bihiştê yên di navbera Mêrsîn û Antalyayê de li pey hev cîvanek civanekî rêz dibin, niha li şûna nebat, giha û şînahiya ji bihiştê koncal û kanên mezin ên mermeran di sînga Çiyayê Torosê de birînên mezin vekirine. Şîrketên bazirganê, li van Kendavên Bihuştê bi sedan kanên mermerê vekirine û xweza talan kirine. Bi van kan û ocaxên mermerên li ser sînga Çiyayê Torosê hatine kolandin, reng û ruyê Çiyayê Torosê kirine ruyê Dojehê û ekolojî wêran kirine. Ji ber van kanên hatin vekirin bi sedan cureyên nebatên endamîk ku tenê li vê herêmê şîn dibin yek bi yek tune dibe. Bi sedan cureyên darên makî yên li herêma navçeya Silifke, bajaroka Taşucu û Bogsakê hatibûn çandin, ji ber toza mermerê yek bi yek hişk dibe. Êdî şûna xweşikahiya berê dibe doz û her tişt dicilmise.
Ev Cîvanok û Kendavên ku berê wekî Kendavên Bihiştê dihatin binav kirin rengê "Kendavê Dojehê" didin.
Kanên ku di sing û dilê çiyayên Toroslarê de hatine kolan, xwezayê birîndar dike û dor û dora xwe qirêj dike. Li aliyê din toza ku j kanên mermerê derdikivin mirov û hemû nebatên li der û dora xwe jahrînî dike û nexweşiyê belav dike. Kaniyên avê yên ku berê ji dilê çiyê wekî rondikê çavan zelal diherikin, êdî wekî heriyê şolî û xemgîn diherikin.
Welatiyê Mêrsînê Ayşe Tezcan, diyar kir ku kanên kevir û mermeran ên li çiyayên Torosê hatine kolandin, hem xweza kiriye dojeh û hem jî jiyan li wan kiriye dojeh û her tişt talan kiriye. Tezcan anî ziman ku 10 salin xweza tê wêrankirin û jiyan li wan herimandine. Tezcan, anî ziman ku berê li bax û bostanên xwe bi sedan cureyên nebat û giha diçandin, lê ji ber toz û bermahiyên mermerê xweza talan bûye û kanên mermerê her tişt hişk kiriye. Tezcan, anî ziman ku şîrketên kanên mermerê hem xwezaya wan wêran dike û hem jî jiyana wan weran dike û her tiştî qirêj dike.
Welatiyê Mêrsînê Adem Uysal jî bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku kanên kevir û mermeran xwezaya wan talan kir û zerarek mezin dide wan. Uysal, bang li hemû parazvanên xweza û derdorê kir û xwest li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin.
(mae)