DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Rojev

ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2016'AN A NAVENDA NÛÇEYAN

11 Cotmeh
09:01 2016



* 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê, daxwaza parêzerên Rêberê PKK'e Abdullah Ocalan a rakirina tecrîdê û daxwaza sûdgirtina ziyaret, name, rojname û telefonan bi hinceta OHAL'ê red kir. Dadgehê ji bo parastina tecrîdê zagonên xwe binpê kir.

* HDP'ê piştî destnedayîna wekîlan hat rakirin di qada navneteweyî de kampanya piştevaniyê dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de 55 parlamenterên welatên Ewropa bûn destbirayên wekilên HDP'ê. HDP, armanc dike 550 destbirayan çêke.

* Mamosteya Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger Jana Çelik tekîldarî mohrkirina dibistanê bertek nîşan da û diyar kir ku ew mohra dewletê qebûl û nas nakin û got ku ew ê malan bikin dibistan û perwerdehiyê bidin şagirtan.

* Xebatkarên radyo û televîzyonên weşana wan hat qutkirin, di 10'ê Cotmehê de li dijî qutkirina waşanên radyo û televîzyonan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Rojnamegerên çalakger, diyar kirin ku ew li dijî kesên pîşeyên wan dikin hedef di çalakiyê dene.

* Nûçegîhanê ajansa me DÎHA'yê Muhammed Dogru ku 6 mahin li Girtîgeha Tîpa F-2 a Kocaelî girtî ye, diyar kir ku piştî darbeya 15'e Tîrmehê binpêkirina mafan gelek zêde bûye. Dogru, anî ziman ku li odeyên 3 kesan 6 dijîn û nêvî li erdê radizên û mafê wan ê telefon, ziyaretan tê astengkirin.

* Serokê Komeleya Muzîsyenên Îzmirê (İMD) Oktay Çaparoglu bi armanca piştevaniya gelê Nisêbînê, navçeya Nisêbîn ziyaret kir. Çaparoglu, piştî ziyaretê diyar kir ku dewlet dara kurdan jî tehamul nake, lê kurd her tiştê xwe bi gelên Tirkiye re parve dike.

* Di ser komkujiya Dîlokê ku 34 jê zarok 56 kes hatin kuştin re 51 roj derbas bûn. Lê heta niha der barê komkujiyê de lêpirsîn nehatiye kirin û tu pêşketin tune ye. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Dilokê Ahmet Hartavî diyar kir ku bi fikarin ku aqûbeta vê komkujiyê bibe wekî aqûbeta komkujiya Pirsûsê.

* Ji bo ku pêşiya cudakariya li hemberî zarokên keç ji holê bê rakirin û ew ji mafên mirovan sûdê werbigirin 11 Cotmehê wekî "Roja Zarokên Keç ên Cihanê" hat îlankirin û yek ji sê welatên ku ji bo ev roj bê îlankirin ligel ku Tirkiye ye jî li vir hê jî zarokên keç di bin xetereya, şer, êrîşên zayendê, îstîsmar, zewaca di temenê biçûk û xizaniyê de ne.

* Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê Leşker û polîs kolanên ku çûn û hatina wan pir zêde ne, blokên beton danîn û rê girtin. Ji ber ku leşker û polîsan rê bi betonan girt, çûn û hatin kêm bû û esnaf îsyan dikin.

* Nivîskarê kurd Mehmed Uzun dê di 9'emîn salvegera wefata xwe de ji aliyê Komeleya Nivîskarên Kurd, PEN a Kurd, Nûnertiya PEN a Tirkiyeyê ya Amedê ve li ser xwe ya li Deriyê Mêrdînê bê bibîranîn. (11.00) BI DÎMEN E

* Girtin û mohrkirina Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger a li Amedê perwerdehiya kurdî dide dê ji aliyê malbat û mamosteyan ve bê şermezarkirin.
(10.00) BI DÎMEN E

* Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê dê ji bo Endama Lijneya Şewirmendiyê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan a ku girtiyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00) BI DÎMEN E

POLÎTÎKA

* Partiyên Komên wan di meclîsê de hene MHP, AKP, HDP û CHP de civînên hefteyî pêk bînin. (10.00-14.00)

* Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sabahat Tuncel, dê li gel heyeta HDP û DBP'ê li Geverê ku 4 kes hatin qetilkirin lêkolînê bike. (13.00) BI DÎMEN E

ÇAND Û HUNER

Wênesaz Aykut Aşa yê ku 14 sal in li kolanan wêne xêz dike diyar kir ku di pêvajoya ku dewlet dixwaze civakê ji kolanan vekişîne gelek sedem heye ku li kolanan wêne xêz bike.

ABORÎ

* Rençberên navçeya Saruhanli ya Manîsayê, diyar kirin ku îsal ji ber şer zerar kirin û hatina wan ji sedî 50 kêm bû. Rençberan, anîn ziman ku îsal zerar kirin û dê nikaribin sala bê çandinî û çotkariyê bikin. Rençberan, destnîşan kir ku lêçûna çandiniyê ji hatina berhem û mahsula wan zêdetir e.

* Serokê Komeleya Otelvan û Turîzmê ya Mêrdînê Ozgur Azad Gungor, diyar kir ku ji ber "qedexeya derketina derve" û bûyeren dawî yên li Kurdistanê êdî turîzm di krîzê de ye. Gungor, anî ziman ku li Mêrdîn 16 otel hatin klîtkirin.

EKOLOJÎ

* Kendav û cîvanekên Bihiştî yên Derya Spî ku bi sedan cureyên nebat û gihayên endamîk lê hişîn dibin, qirin qurbana kanên mermerê. Kendav û çivanekên ku berê wekî "Kendavên Bihiştê" dihatin bi navkirin, niha rengê "Kendavê Dojehê" didin.

* Wezareta Zanistî, Sanayî û Teknolojiyê bi armanca fabriqeyan di nava zeviyên zeytûnan de ava bike amadekariyên "Pêşnûmeya Pakêta Reforma Hilberîneriyê" dike û dixwaze bi zagonan rê li pêş talankirina xwezayê veke. Rençberên zeytûnan bertek nîşanî vê pêşnûmeyê dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin vê pêşnûmayê.






ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN