Li Amedê operasyona qirkirina siyasî
11 Cotmeh
08:50
2016
AMED (DÎHA) - Li Amedê di encama serdegirtina malan de di nav de ku Hevserokên HDP’a Amedê Cebar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek jî heye bi dehan kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên nevendî yên Amedê polîs û tîmên taybet bi awayekî hemwext serê sibê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de hemû alavên malan hatin ser û binokirin. Di nav de ku Hevserokên HDP’a Amedê Cebar Leygara û Gulşen Ozer, Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek, Hevserokê HDP’a navçeya Peyasê Abbas Ercan, gelek rêveberên HDP û DBP hene bi dehan kes hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku heta niha nêzî 55 kesan hatin binçavkirin.
Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Amedê.
(bg/sa)