'Me 10'ê Cotmehê ji bîr nekir, em nadin ji bîr kirin'
NAVENDA NÛÇEYAN (DÎHA) - Komkujiya 10'ê Cotmehê ku li GAR'a Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de 101 kes hatin qetilkirin li gelek bajaran bi girseyî hatin şermezarkirin. Di çalakiyan de pankartên "Me ji bîr nekir em nadin ji bîr kirin" vekirin û bertekên xwe yên li dijî AKP'ê anîn ziman.
Komkujiya 10'ê Cotmehê ku li GAR'a Enqereyê di Mîtînga Aştiyê de 101 kes hatin qetilkirin li Edene, Mêrsîn, Hatay, Aydin, Kocaelî û Îstanbolê bi girseyî hat şermezarkirin. Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê girseya ku li Navenda Çandê ya Yaşar Kemal kom bûn 101 Şehîdên Aştiyê bibîr anîn û komkujî şermezar kirin. Nûnerên sendîkayên KESK, DİSK, TMMOB, TTB, rêxistinên elewî, wekilên HDP, CHP û gelek kesên din beşdarî bîranînê bûn.
Li Mêrsînê jî Platforma Ked û Demokrasiyê bi heman armancê li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdenizê bernameya bîranînê pêk anîn. Hevşaredarên Akdenizê rêveberên HDP, HDK, Egitim Sen, DÎSK, KESK û wekîlên CHP'ê amade bûn.
Li Navçeya Antakya ya Hatayê jî bi heman armancê di pêşengiya Hêza Ked û Demokrasiyê de bernameya bîranînê hat lidarxistin.
Li Aydinê jî Platforma Hêzên Ked û Demokrasiyê li Qada Ataturk a Bajar bi heman armancê bernameya bîranînê pêk anî.
Li Navçeyen Şişlî, Avcilar û Îkitellî yên Stenbolê jî bi heman armancê bernameyên bîranînê hatin lidarxistin.
Li Kocaelî jî bi tevlêbûna KESK, DİSK, TMMOB, HDP, HDK û gelek saziyên civakî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Bername li Restauranda Tan Yildiz pêk hat.
Di bernameyên bîranînê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de polîtîkayên AKP'ê hatin şermezarkirin û soza têkoşîn û şopandina doza Şahidên Aştiyê hat dayîn. Di bernameyên bîranînê de pankartên "Em qatilan nas dikin. Em dê hesab bipirsin", "Em komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê ji bîr nekir. Em nadin ji bîr kirin" hatin vekiri nû siloganên "Enqere ji bîr neke, nede ji bîr kirin" û "Li dijî Faşizmê mil bide mil" berz kirin.
(mae)