Polîsan Hevşaredara Pirxûsê binçav kir
BEDLÎS (DÎHA) - Hevşaredarê Pirxûsê ya Xelata Bedlisê Pervîn Karakoç ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Polîsan li bajaroka Pirxûsê ya Xelata Bedlîsê Hevşaredara Pirxûsê Pervîn Karakoç bi hinceta "Îfadeya te heye" binçavkirin û birin Midûriyeta polîsan a Bedlîsê. Parêzerên Karakoç ku çûn midûriyetê bi sedema der barê dosyayê de biryara veşarî heye nekarîbûn sedemê fam bikin. Tenê agahiya ji "Êndamtiya Rêxistinê" hatiye binçavkirin bi parêzeran re parve kirin.
(mae)