Tirkiye Santrala Nukleerê ya Akkuyu diyarî Rusya kir
10 Cotmeh
17:37
2016
MÊRSÎN (DÎHA) - Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê projeya Santrala Nuklerê ya Akkuyu bi pirdengî erê kir.
Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê di roja Kongreya Enerjiyê ya Cîhanê de li hev kom bûn û projeya Santrala Nukleerê ya Akkuyuyê erê kir û pêşkêşî Rusya kir. Meclîsa Şaredariyê kom bûn û projeya Santrala Nuklerê ya Akkuyu ku mezinbûna wê 1/50 hezar Olçek e erê kir. Di meclîsê de di navbera Wekîlê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici û Şaredarê Mêrsînê Burhanettin Kocamaz de niqaş derketin. Projeya Santrala Nukleerê ya Akkuyu ya NGS'ê ji aliyê Şîrketên Rus ve tê avakirin.
(mae)