Xwendekarên zanîngehê nehatin berdan
ÎSPARTA (DÎHA) - 1'emîn rûniştina doza 6 xwendekarên jin ên zanîngehên SDU û PAU ku girtî tên darizandin li Dadgeha Cezayên Giran a Îspartayê hat dîtin. Di rûniştina yekem de xwendekar nehatin berdan.
Li Îspartayê di 5'ê Gulana 2016'an de polîsan bi ser gelek malên xwendekarên Zanîngeha Suleyman Demîrel û Zanîngeha Pakumkale de girtibûn û xwendekarên bi navê Merve Nur Îşleyici, Dîdar Boza, Ceylan Bozkurt, Necla Unay, Fatma Erez û Ozgur Sema Şimşek hatibûn binçavkirin. 1'emîn rûniştina doza 6 xwendekaran li Dadgeha Cezayên Giran a Îspartayê hat dîtin. Di rûniştinê de 6 xwendekarên girtî û parêzerên wan amade bûn. Di rûniştinê de xwendekaran û parêzeran parastin kirin û xwestin serbest bên berdan. Lê heyeta dadgehê der barê 6 xwendekaran de biryara berdewama girtinê da û rûniştina dozê taloqî 21'ê Mijdarê kir.
(mae)