DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jin

'Bi tayînkirina qeyûman desteftiyên jinan tê hedefgirtin'

10 Cotmeh
15:36 2016

RİHA (DÎHA) - Hevparên KJA'yê yên Pirsûsê diyar kirin ku bi tayînkiran qeyûman destkeftiyên jinan tên hedefgirtin û tê xwestin sîstema hevserokatiyê ji holê bê rakirin.

Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î li ber avahiya DBP'ê ya Pirsûsê bi daxuyaniyekî şermezar kirin. Di daxuyaniya ku endamên KJA, DBP û HDP'ê beşdar bûn de pankarta "Em qeyûman naxwazin. Hevşaredarên xwe yên jin ên hatine hilbijartin dixwazin" hatv ekirin. Hevşaredara Pirsûsê Nazli Bînîcî axivî wiha got: "Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î ve xebatên jinan tên hedefkirin, astengkirin û sîstema hevserokatiyê tê xwestin ji holê bê rakirin." Bînîcî anî ziman ku piştî ku di 11'ê îlonê de qeyûm tayînî Şaredariya Pirsûsê hat kirin ewil navend û midûriyetên jinan ên ku bi destkeftiyên salan e hatin girtin. Bînîcî got ku ew ê li dijî van polîtîkayan, binçavkirin û girtinan paşve gav neavêjin û wiha axivî: "Em ê ala berxwedanê ya Sêvê, Fatma û Pakîzeyan hilgirin û li dijî feraseta zilam têbikoşin."

Daxuyani bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.

(mhy-bi/sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN