Malbata girtiyê sirgûn bû li ÎHD'ê gilî kir
MÊRDÎN (DÎHA) - Malbata girtiyê siyasî Îzzet Tûran ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê bû û rastî lêdanê hat, li ÎHD'ê gilî kir.
Malbata girtiyê siyasî Îzzet Turan ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Dîlokê hat kirin û rastî îşkenceyê hat, çûn Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê û giliyê rayedarên girtîgehê kirin. Malbata Îzzet Turan diyar kir ku Îzzet 3 hefte berê hatiye sirgûnkirin û bi riya telefonê agahî daye wan ku rastî tundî û lêdanê hatiye. Malbata Tûran, diyar kirin ku girtî rastî gelek zext û zordariyan tên. Xwişka Îzzet Turan Leyla Turan a li Qosera Mêrdînê dijî, li ÎHD'ê giliyê rayedaran kir û anî ziman ku birayê wê rastî lêdan û tundiyê hatiye. Turan, da zanîn ku ew dê heta dawî mafê birayê xwe bişopîne.
(mae)