Çalakiya 'Dest nede vîna min' di hefteya duyemîm deye
ÊLIH (DÎHA) - Nûnerên DBP, HDP, KJA'ê, bi tevlêbûna hevşaredaran li Êlihê di hefteya duyemîn de çalakiya "Dest nede vîna min" pêk anî. Çalakgeran diyar kirin ku yên vîna gelan desteser bikin nagêjin armanca xwe.
Rêveberên Kongreya Jinên Azad (KJA), DBP û HDP'ê li gel hevşaredaran di hefteya duyemîn de li ÊLihê çalakiya "Dest nede vîna min" pêk anîn. Endam û rêveberên ku tevî hevşaredar û endamên meclîsê li Kolana Gulistanê kom bûn daxuyanî dan û tayînkirina qeyûmê şermezar kirin. Wekîla HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevserokê DBP'ê Abdulbari Karaagaç, Hevşaredarên Êlihê Sabri Ozdemir û Gulistan Akel Berdevka KJA'yê Songul Korkmaz jî amade bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" vekirin.
Wekila HDP'ê Başaran, bertek nîşanî hikûmetê da û diyar kir ku bi komkujiya li Enqereyê xwestin pêşeroja Tirkiye tarî bikin û bi girtina saziyan dixwazin vina gelan tune bikin. Başaran, anî ziman ku tu hêz nikare vîna gelan bêdeng bike û yên hesaban li ser bêdengkirina vîna gel pêş bixin dê negêjin armanca xwe.
(mae)